SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Aha ev êrîşeke delal bû, eferim!

Gerîlayên PKKê bi vê êrîşa xwe a ku şevê din li Skenderûnê birin ser biryargehên mehmetçîkên teres ên deryayî û şeş kes ji wan kujtin, careke din peyitandin ku heger gava zend û bendên xwe li dewleta tirkan û xelkê wan ên bêbav vemalin, wê bikaribin sed û bavekî ji wan çêbikin û bi hilm û pifekê re dewletê zorgayî serbestkirina navên kurdî bikin. Ma ne ji xwe, li her derê dinyayê û heta li Tirkiyê bi xwe jî navên kûçik û  tajî û pisîkan serbest û navên kurdî jî hîn qedexe ne. Ku dibêjin demokrasî, biratî û aşitî! Bimre wilo demokrasî, aşitî û biratî! Xwîn bixwînê! Pevçûn!

 Ha, bi vê êrîşa kurdiya mêran e, ronakbîrên me ên TRT6ê û temamê rêxistinên din ên kurdên bakurê welêt jî wê şiyar bibin û bifikirin ku heger gava PKK bixwaze, wê bikaribe zimanê wan jî hinekî kin bike!

 Şer, pevçûn, liberxwedan!

Helbet bi vî şerê ku gerîla li ser destê Konseya KCKa ku bûye maka teslîmiyet û xiyanetê dimeşîne, kurd wê negihên dereke bilind, lê wê ji îro bêhtir jî nizm nebin.

Ev şer û pevçûn heta ku ji ewrupî û emerîkiyan dîsa li Rohilata Navîn tam xerab nebe divê bidome. Îcar heger hat û li herêmê ji emerîkî û ewrupiyan re bermeqlûb zîvirî, û wê bermeqlûb bizivire jî, emerîkî û ewrupî mîna ku bi guhê barzanî û telebaniyan girtin, ew kişandin ba xwe, li Sedêm xistin û kurd anînîn dereke hêja, wilo jî wê li Konseya PKKê bikin. Gerîla ji sedî sed divê ji hev belav nebe; û PKKa ku navê xwe li DSMRNQLÊÛWMCZHG sekinandiye, bi vî haweyê xwe ê xerabe be jî divê bijî heta ku deriyekî xêrê li me vebe, ewqas.

Nûçe

Şirove

One Response to “Aha ev êrîşeke delal bû, eferim!”

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)