SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Kemal Burkay dizane bê ji Mêhdî Zana re çi gotiye gelo?

Birêz Kemal Burkay di kitêba xwe a bi navê ”Anilar, Belgeler” cildê duduyan de bi haweyekî berfireh li ser birêz Mêhdî Zana û endamên partiya xwe nivîsandiye; ji xwe re û me re ew dane berhev û hema hema hemû jî bi ser hev de qulipandine! 

Îcar her çi daberhevî û qulipandina siyasî ye, wek ku cenabê Burkay jî di her perê kitêbê de bi ser xwe ve berdaye, karê jîr û zana û mêrxasan e, em ê jî li himberî wî aliyê Burkay geragup rawestin û jîr û zanayî û mêrxasiya wî a siyasî ji ravekirên tarîxa PSKa ku îro li çend komikan sekiniye re bihêlin. Ji her kesî bêhtir ew têkildarên mijarên ku bi bayê qelema Burkay re di nav bihara Stokholmê de dernixûmî tarîxa koncal û xindeqên Kurdistanê bûne, rû bi rû mane. Ev wilo, lêbelê

ew wilo hîn pir û pir hene…

Îcar gelo çiqasî maqûl bû ku min, wek hevalekî Mêhdî Zana ê di rojên herî tarî û bi xof de, çavên xwe ji beloqiya gotinên Burkay ên li dijî liberxwedana Mêhdî Zanayê ku di nav girtiyên Zindana Diyarbekirê de wek ala kurdayetiyê dihat dîtin re biqurmiçandana û ew liberxwedana wî a kurdane, ji şerh û tefsîra ûjdanê Kemal Burkayê ku belkî hîn jî nizanibe bê ew Zindana bi heybet  li kîjan kolana Diyarbekirê bû re berda?

Burkay henekê xwe bi liberxwedana Mêhdî Zana a Zindana Diyarbekirê dike û bi tirkî gelek tiştan dibêje. Yek jê:

 

“Mehdi 12 Eylul darbesinin ardindan sevgili makamını yitirdi ve tutuklandı. Belediye başkanlığı döneminde topladığı ve bir bölümünü oraya buraya saçtığı paralar da elinden uçup gitti. Böylece herşeyi yitirıp tekrar içinden geldiyi insanlar gibi olunca, devrimciliği yeniden hatırladı. Yeniden kendisine özgü, gösteri türünden kimi tavırlar takındı. Örneğin mehkemede kürdçe savunma yapmaya çalıştı ve bu yüzden de ayrıca yargılandı. Ve insanlarımız ne kadar unutkan, ya da ‘gönlü geniş’ olduklarını bir kez daha gösterdiler! Mehdinin, eline makam ve para geçince, fırsatını bulunca nasıl devrimci değerleri bir kenara ittiğini, nasıl hızla yozlaştığını unuttular! Onu, cezavindeki bir, iki jestine bakıp yeniden kahramanlaştırdılar….”  Rûpel 96

Kemal Burkay ji Mêhdî Zana re dibêje ku ”insanên me li yek, du jestên wî ên li girtîgehê nerîn û ew dîsa kirin qehreman!”

Xwezîka Burkay jî karîba hema çend ”jest”û ”gösteri”yên mîna ên Zana kiribana, belkî wî çaxî jî ew Ocalanê ku li ser koka miletê me rûniştibû, di çirava tarîxê de fetisîba û Burkay jî li ser serê miletê me bûba qehremanê herî mezin!

Têbinî:

Di demeke nêzîk de ez ê ji gelek girtiyên ku bi Mêhdî Zana re bi salan di Zindana Diyarbekirê de mabûn pirsa ku Mêhdî bi ”jest” û “gösteri”yan, yan gelo bi kurdperwerî û camêriya xwe a kurdî li qawîşan bûbû gul û li hicreyan jî bûbû pilingê Zindanê! Û dû re jî ez ê bi hevpeyvîneke têr û dagirtî, aha bi rêya vê malperê, dengê Mêhdî Zana bigihînim temamê kurdan, ewqas!

Laleş Qaso

19 09 10

Nûçe

Şirove

4 Responses to “Kemal Burkay dizane bê ji Mêhdî Zana re çi gotiye gelo?”

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)