SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Qaşo me jî ew bi mîrê Botan şibandibû!

Bi rastî me jî ji eva rêzdar Osman Baydemir fêhm nekir.  Di vê dema ku di desthilatdariya KCKa PKKê de hin guhertinên ber bi kurdayetiyê ve dibin û gerîla amadekariya xwe û şerekî bi rûmet bi dewleta tirkên teres re dike û li aliyê din jî Osman Baydemir bi vekirina kursên “dîksîyona tirkî”, yanî tirkiya herî rast, herî xweşik û herî nazik dakeve, nayê fêhm kirin!

Bi kurtî, em ê dîsa bibêjin ku kî dibe û di bin çi navê mezin de bila bibe, dema ku bi karên asîmlasyona zimanê kurdî rabûn û kurd, bi taybetî jî, dê û jin û keçên kurdan bi ser tirkî û kultura tirkayetiyê de ajotin, dijminê kurdan ên herî mezin in! Ji bîr nekin, teyr û tilûr bi kujtin û girtinê naqelin, bi rakirina hêlînan diqelin. Û asîmlasyon jî rakirina hêlînan bi xwe ye, ewqas!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)