SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Wek çîroka xwediyê malê û diz li KCKa PKKê kirine!

Li gora vê çîroka ku ji nav kurdan û hema hema li her derê dinyayê belav bûye, bi kurtî, piştî ku diz dikeve hindurê malê û têra xwe tiştik û miştikan didize, xelkên derdorê jî tên serdana xwediyê malê û her yek ji hindama xwe de jê re dibêje:

“Te qisûr kiriye ku te deriyê xwe nexiliqandiye! Te pencere jî vekirî hiştiye. Ev jî qisûreke mezin e. Tew bi ser de jî mêrik razaye !!..” û hwd.

Xwediyê malê jî yanî mêrik, ji behca nava xwe aha digihê vê derê xwe û bi qîjewîj bersiva hemiyan dide:

”Erê ma qey qed qisûreke vî dizî tuneye, weh! Hema min derî asê nekir, min derî nexiliqand, min pencere vekirî hişt yanî çi, jeher û quzelqurt!…”

 Îcar rêxistinên kurdan û ronakbîrên wan jî tam wek a di vê çîrokê de bi PKKê re kirine.

Her dema ku gerîla bombeyek bi tirkên bêbav de teqandiye, her gava ku mehmetçîkekî teres kujtiye, wan jî ji her hêlê de mîna borîzana malûmatê li borîzanê xistine û pê re tewirandine:

”Dîsa bombe teqandin! Dîsa dest bi kujtina eskeran kirin! Dîsa gotinên çort bi serokwezîr û serokcimhûrê tirkan re kirin” û hwd.

Erê ma qed qisûr û sûcekî tirkên bêbav, mehmetçîk, serokwezîr û serokcimhûrê wan tuneye, hi?

Ma ji girtina peyayê generalan Ocalan û vir ve, PKKê bi hemû haweyî xwe xerab neguhert; li dijî doza kurdan nesekinî, xiyanet bi miletê kurd re nekir û hema hema tirkan çigot û wek tirkan nekir? Belê, ev hemû kirin. Ê naxwe çi! Çima van tirkan nasnameya kurdan qebûl ne kirin, çima zimanê kurdan serbest ne kirin, çima qedexeya li ser navên kurdî ranekirin? Çima, çima….?

Ma berê PKK hebû? Ma berê kurdan bombe bi tirkan de diteqandin? Ma kurdên îro jî hemû PKKî ne ku dewleta tirkên zalim vê zilma xwe a dijwar ji ser kurdên jar û hejar ranakin?

Ma navên kûçikên tirkan tunene? Belê. Ê çima navê kurdan tuneye? Ma endamên parlamentoya wan ji %83 ne AKPyî ne û piraniya dengan ne di destê wan de ye? Belê.  Baş e, çima bi qanûnekê hema bi destê pêşî re navê kurdan serbest nakin? Nakin ji ber ku ew dixwazin bi xap û xîpên islamê bi pişt cêr bikevin, da dû re li ser koka kurdan rûnin!

Daxwaza AKPê ku bi tiştik miştikên pûç û vala çerxa feleka ku ji kujtina Seddam Hisên û vir ve di ezmanê Kurdistanê de digere, bikişîne ezmanê xwe û çira miletê kurd bitefîne. Zeman ji wan re lazim e. Kurdan mijûl dikin, da ew zeman bê û derba dawî li kurdan bixînin. Aha AKP wê dike. Îcar wey li aqilê ronakbîrên kurtêlxwir, tirsonek û cahil û serokên kuç û kolanên xwe be û hew!

Nûçe

Şirove

One Response to “Wek çîroka xwediyê malê û diz li KCKa PKKê kirine!”

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)