SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Teresan ”nikarin bi kerê îcar dibezin kurtên!”

Mehhmetçîkên tirkên misilman, di van demenên dawiyê de ku gerîlayan zorî daye kujtina wan û wan jî zorî daye kujtina kurdên jar û hejar, vê carê jî li Qereqoçanê piştî ku gerîlayan li terempêlên wan reşandin û çend kes ji wan kujtin û ewqas jî birîndar kirin, wan jî li malekê reşandin, pîreke 70 salî kujtin û 4 kes jî birîndar kirin. Mehmetçîkan berî bi çendeyekî li hêla Dêrsimê jî çend kurdên belengaz kujtibûn.

Di van demên dawiyê de gerîla tiştên baş dikin. Gerîla hêdî hêdî fêhm dikin ku çiqasî cilika teslîmiyetê bikşînin serê xwe tirkên bêbav jî wê ewqasî bidin bin wan; gerîla êdî hindik be jî dibînin ku xwe çiqasî ji tirkên zalim re bitewînin tirk jî wê ewqasî li wan siwarên!

Erê, devê tivinga kê zirav be zozan ê wî ye. Heq û hiqûq û edalet di xurtiyê de ye; kî xurt be zozan ê wî ye û heq û hiqûq û edalet  jî li ba wî ye, ewqas!

Bi tirkan re pevçûn. Tirkan bi milyonan kurd kujtine! Tirkan bi deh hezaran zêç û zarên kurdan bi saxî şewitandine!

Bi tirkên ku li her derê dinyayê navên kûçikan serbest e û navên kurdan hîn jî qedexe kirine, yanî kurdan wek kûçikan jî nabînin, heta bi mirinê pevçûn! Ma ne hey ji wilo bêhtir nema ziravtir dibe, îcar di ku de rê re biqete bila biqete, bi esfel û safilînkirî! Kurdên ku navê kûçikan heye û hîn jî navên wan tunye, bila bimrin! Xwîn bi xwînê,  pevçûn!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)