SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Hevalbenda PDKê, YNKê û ên din AKPê mûlida li ser ruhê Şêx Seîd jî qedexe kir!

Pêşî divê mirov ji Barzanî, Telebanî û peydûkên wan ên wek Şerafedîn Elçî bipirse, ka qaşo serekên AKP lê dixebitîn ku di derbarê doza kurdî de hin reformên cidî kiribana û vê PKKa ”dest bi xwîn” ne dihişt! Ma gelo ji vê reforma ku kurd dixwazin li bapîrên xwe mûlidan bidin milayimtir, belengaztir, misilmantir, xweda û mirovperwertir çi hebû ku şirîkê dewleta kemalîztan waliyê AKPê mûlidan qedexe dike?

 Bi kurtî, her kurd êdî divê hişê xwe ne carekê, hezar carî bîne serê xwe, bi hemû haweyî destê xwe ji tirkan, rêxistin, partî û rayedarên wan bişo û zend û bendê xwe li şerê man û nemana bi tirkan re vemale! Rayedarên dewleta tirkên teres bi tiştik miştikên wek TRT6 û bi karanîna ”kurd kardeşlerîmiz” kurdan diçêrînin, da çiqasî bi wir de biçe kurd ji ber hev bikevin, çerxa dinyayê li kurdan bizîvire û li ezmanê tirkan lê bixe û derba mezin di kurdan de werbikin!

Her kurd êdî divê baş bizanibe ku ne AKP û ne jî tu partiyên tirkan wê tu carî bi xêr û xweşî mektebên kurdî venekin, desthilatdariyeke herêmî nedin kurdan û heta navên wan ên wek Virqo, Wîqo, Werqîlo, Zelqo, Qelşo, Xipşê, Îsoto, Êmê û hwd qebûl nekin!

 Imperetoriya tirkên osmanî çawa ku bi rêya islamê kurd wek kurd kirin koleyên xwe ên ebedî, wilo jî dewleta kemalîzt bi rêya tirkên AKPê vê carê jî dixwaze kurdan bi tiştên pûç û vala ji doza wan dûr bike û di hindurê zemên de kurdan bi metodên asîmlasyonê ji holê rake. Hema carekê kumê xwe deynin ber xwe û li eva ku AKPê hîn jî qebûl nekiriye ku kurd li mizgeftan bi kurdî xutba xwe bikin, melayên wan ne ji Yozgatê, Kirşehîrê û hwd, ji Mêrdînê, Diyarbekirê û hwd. bin bifikirin! Yozgatê li ku û Omeriya li ku, û melayên omeriyan tirk in û bi tirkî bi kurdan re îbadetê dikin! Bimre wilo misilmantî! Kurdê ku wê îbadetê bi tirkî dike çiqasî zilame gelo? Bimre wilo kurd!

Hişê xwe bînin serê xwe, AKPa ku niha jî lê dixebite bi rêya qanûnan artêşeke ku ji 500 hezar eskerên bi pere, bi navê ”terore karşi-li dijî terorê”, damezrîne, li ser koka kurdan dilîze!

 Pevçûn! Pevçûn bi tirkên ku hîn jî nahêlin kurd îbadeta xwe bi kurdî û mûlidan li bav û bapîrên xwe ên herî bi rûmet bidin, pevçûn! Xwîn bi xwînê!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)