SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Tirkên pêxwas vê carê jî bi navê ”referandûmê” dixwazin BDPa PKKê qels bikin û kurdan ji ber hev bixin!

Ji ber ku vê Konseya KCKa ku xiyanet bi miletê kurd re kiriye, li himberî mehmetçîkan bûye pisîk, kurdan û bi taybetî jî gerîlayan bêwestan hînî teslîmiyetê dike her tişt serûbinî hev kiriye, êdî mirov nema dizane a rast û xwar ji hev nas bike! Li aliyekî referandûmê boykot dike û li aliyê din jî li parlamentoya tirkên ku bi haweyê kûçikan bi bi parlementerên wê re dikin rûniştiye!!Em dixwazin çi bibêjin? Em dixwazin vê bibêjin:

Di referandûma ku wê tiştekî li xêrê ji bo kurdan tunebe û bi ser de jî li himberî dinyayê bi haweyê ku referendûm asas ji bo bidestxistina mafê kurdan, têkbirina sîstema kemalîzmê û rêlibervekirina demokrasiyê pêktê, kurd bi tu haweyî divê beşdar nebin; beşdar nebin da dinya bizanibe bê kurd ji bo çi beşdar ne bûne, bi xap û xîpên rayedarên tirkan neçin ser avê û li kurdan tam teng nekin.

Kurd divê bizanibin ku bi vê referandûmê heta bi navê tiştikekî kurdî jî tê de tuneye Tirkiye çiqasî demokratîk bibe jî wê tu fêda wê li kurdan nebe; nebe dibêjim ji ber ku dema me li qanûnên tirkan ên ji destpêka Cûmhûriyetê û vir ve nerî, em ê xweş bibînin ku li Tirkiyê qanûn bi haweyekî û li Kurdistanê bi haweyekî din in. Li Tirkiyê eskerekî bêrutbe li Kurdistanê xwedî selahiyeta generalekî ye. Gelo kesî bihîztiye ku li Tirkiyê eskeran gundiyên tirk, jin û mêr li ser bênderan civandine, li wan xistine û di devê wan de mîztine? Na. Lêbelê ew esker hîn berî ku PKK derkeve holê ji 60-70 salî ve vê yekê di kurdan de dikin.

Ma li Tirkiyê ”Cocuk islah Evleri” tune ne? Belê. Ê naxwe çocuxên kurdan çima di Zir Kapali Ceza Evlerî de ne, hi? Baş e ji bo çi ew qanûn ji bo zarokên kurdan jî bi kar nayên?

Ma li Tirkiyê termê kîjan tirkê ”terorist” mîna pezên gurandî bi terempêlan ve daliqyayî û li gund û bajaran hatine gerandin? Ê eskerên tirkan ji destpêka Cûmhûriyeta xwe ve vê zilma kesnedîtî di kurdan de dikin. Ma di qanûnên tirkan de nivîsiye ku divê mirov dar û jopan têxe jin û mêrên kurdan? Na. Ê naxwe çima her roj dixin me!  Mirov dikare gelek nimûneyan bide. Heger ev ne fen be, naxwe ev çi ben e ku diva bû AKPê pêşî bi qanûnên heyî kurd jî bikirana wek tirkan, da bawerî bi vê referandûma wê a ku qaşo wê ”ji bo kurdan reformên cidî pêk bîne!”

Rayedarên tirkên ku ji destpêka avakirina Cûmhûriyetê û vir ve bi darê zorê, girtin, kujtin û qedexekirina her tiştên kurdî diçûn ser kurdan, vê carê jî ji ber şiyarbûna kurdan û dinyayê li ser navê demokrasiyê dixwazin wê siyaseta xwe a 70- 80 salî bimeşînin. Êdî kurd divê baş bizanibin ku rayedarên tirkan, ronakbîr, karbidest û xelkê wan hîn jî bi hemû haweyî lê digerin bê wê kurdan çawa bikaribin biqedînin û ser doza wan beton bikin.  Û AKPa ku li himberî kurdan dixwaze artêşeke paramlîter damezrîne, qanûnên ku 80 sal in ji bo tirkan bi kar tên ji bo kurdan tu carî bi kar neanî û niha jî bi haweyê ku wê  qaşo ji kurdan re baş bixîne, li ser navê temamê tirkan bi berpirsyariya qedandina kurdan rabûye ser xwe. AKPa ku di destpêka xwe de hinekî pêşverû xuya dikir,  îro tam bûye faşîst. 

Di dawiyê de em ê bibêjin ku li Kurdistanê û li her derê Tirkiyê heta ku kurd wek kurd li xwe xwedî derkevin, Tirkiye çiqasî demokratîk bibe jî tu carî wê kurd nebin xwedî xwendegeh, zanîngeh, unîversîte, nîvşirîkê dewleta tirkan û ji asîmlasyonê xelas nebin, niha ewqas!

Pevçûn!

Kurdo, ma ne hey tiştekî tu winda bikî nemaye. Ma ji vê bêşerefiyê mezintir bêşerfî ma ye ku navê kûçikan heye û navê te hîn jî tuneye!

Ma ji vê rezîltiyê mezintir rezîltî ma ye ku tirk xwedî parlamento, dezgeh û arteş e û hîn jî qereqoleke te tuneye!

Ma ji vê kûçkaniyê mezintir kûçkanî ma ye ku zarokên tirkan xwedî xwendegeh, unîversîte, zanîngeh û herwekî din; û zarokên te jî wilo mîna parsekan bê tiştikek!

Ma ji vê bênamûsiyê mezintir bênamûsî ma ye ku çi gava polîs û eskerên tirkên barbar dixwazin dikarin li pêş çavên te dest biavêjin dê û keç û jina te!

Ma ji vê zilmê mezintir zilm ma ye ku tirk nahêlin tu di mizgeftên xwe de jî bi kurdî îbadeta xwe bikî û li ser miriyên xwe mûlidan bidî!

Ma ji vê çavsoriyê mezintir çavsorî ma ye ku tu li ser kêla keç û lawên xwe roja çêbûn û mirina wan bi kurdî dinivîsînî û mehmetçîk jî bi ser wan kêlan de dimîzin û wan perçe perçe dikin!

Ma ji vê wehşetê mezintir wehşet ma ye ku dest diavêjin heta bi keç û lawên te ên kujtî û bi kêr û qezetoran kelaxê wan zîvar zîvarî dikin!

Îcar de ka bêje, tu heyî yanî çi! Bila tu bimrî! Bila tu tunebî! Bila ew dinyaya ku ez û tu û em kurd hemû tê de wek jina tirk û ereb û farisan dijîn bi bombeyên herî mezin hilweşe! Lê bixebite, atomê bi dest bixe û çavên xwe negire û biavêje wan; da ev dinyaya ku bi miletî li me kirine tara bêjingê û hêsîrî wek pişka ezel li eniya me dane ji tu kesî re nemîne! Te ne insan, te ne heywan, te ne mexlûq, te wek sola xwe dibînin! Îcar tu ji bo çi heyî, hi! Bimre!

Pevçûn! 

Erê bila sûnda me dîsa ew sûnd be! Sûnda Zindana Diyarbekira ku mehmetçîkên teres lawên teresan em bi saxî dişewitandin! Aha vê sûndê ne carekê, hezar carî bixwe: Heçê ji vê dozê, pevçûn û liberxwedana wê a ji hew bêhtir bi rûmet bireve û bi qasî ku hema qîrekê di tirkên zalim de bifirîne û zixurekî di dewleta wan de werbike û neke, diya wî jina wî be û hew!

Pevçûn, bi teslîmiyetê re pevçûn, bi xiyanetê re pevçûn û bi tirkan re heta bi mirinê pevçûn!! Xwîn bi xwînê!

Laleş Qaso

Nûçe

Şirove

One Response to “Tirkên pêxwas vê carê jî bi navê ”referandûmê” dixwazin BDPa PKKê qels bikin û kurdan ji ber hev bixin!”

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)