SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

De bê hûn tiştekî wilo nakin!!

Ergenekona emerîkiyên ku bi haweyekî pir vekirî îro mezinahiyê li generalan û Konseya KCKê dike, ji bo ku hinekî guhê tirkan bikşîne û di wextekî pir nêzîk de tiştikin kurdî bi wan bide qebûl kirin, vê carê jî lê difikire ku berê mehmetçîk û pasdaran bi hev re  ber bi Çiyayê Qendîlê ve veke û şerekî qut î girover li dar bixîne.

Li Tirkiyê Ergenekona ku di wextekî deTansu Çîller û Mehmet Agar li aliyekî û Turgut Ozal û Eşref Bitlîslî li aliyekî wê bûn û CIA û MOSADê jî giraniya xwe danîbûn aliyê Çîller û Agar û agir li kurd û Kurdistanê dibarand, îro li ser daxwaza CIA û MOSADê ketiye destê eşref û ozalan.

Bi kurtî, li hesabê cihû û emerîkiyên îro nayê ku tirk nasnameya kurdan qebûl nekin. Û ji xwe ji ber wê yekê jî pêşî hikûmeta Enqerê û a Telawîve anîn himberî hev û hema bi dû de jî ev şerê gerîla û mehmetçîkan ê van çend rojên dawiyê li dar xistin!

Pevçûn!

Kurdo, ma ne hey tiştekî ku tu winda bikî nemaye. Ma ji vê bêşerefiyê mezintir bêşerfî ma ye ku navê kûçikan heye û navê te hîn jî tuneye!

Ma ji vê rezîltiyê mezintir rezîltî ma ye ku tirk xwedî parlamento, dezgeh û arteş e û hîn jî qereqoleke te tuneye!

Ma ji vê kûçkaniyê mezintir kûçkanî ma ye ku zarokên tirkan xwedî xwendegeh, unîversîte, zanîngeh û herwekî din; û zarokên te jî wilo mîna parsekan bê tiştikek!

Ma ji vê bênamûsiyê mezintir bênamûsî ma ye ku çi gava polîs û eskerên tirkên barbar dixwazin dikarin li pêş çavên te dest biavêjin dê û keç û jina te!

Ma ji vê zilmê mezintir zilm ma ye ku tirk nahêlin tu di mizgeftên xwe de jî bi kurdî îbadeta xwe bikî û li ser miriyên xwe mûlidan bidî!

Ma ji vê çavsoriyê mezintir çavsorî ma ye ku tu li ser kêla keç û lawên xwe roja çêbûn û mirina wan bi kurdî dinivîsînî û mehmetçîk jî bi ser wan kêlan de dimîzin û wan perçe perçe dikin!

Ma ji vê wehşetê mezintir wehşet ma ye ku dest diavêjin heta bi keç û lawên te ên kujtî û bi kêr û qezetoran kelaxê wan zîvar zîvarî dikin!

Îcar de ka bêje, tu heyî yanî çi! Bila tu bimrî! Bila tu tunebî! Bila ew dinyaya ku ez û tu û em kurd hemû tê de wek jina tirk û ereb û farisan dijîn bi bombeyên herî mezin hilweşe! Lê bixebite, atomê bi dest bixe û çavên xwe negire û biavêje wan; da ev dinyaya ku bi miletî li me kirine tara bêjingê û hêsîrî wek pişka ezel li eniya me dane ji tu kesî re nemîne! Te ne insan, te ne heywan, te ne mexlûq, te wek sola xwe dibînin! Îcar tu ji bo çi heyî, hi! Bimre!

Pevçûn! 

Erê bila sûnda me dîsa ew sûnd be! Sûnda Zindana Diyarbekira ku mehmetçîkên teres lawên teresan em bi saxî dişewitandin! Aha vê sûndê ne carekê, hezar carî bixwe: Heçê ji vê dozê, pevçûn û liberxwedana wê a ji hew bêhtir bi rûmet bireve û bi qasî ku hema qîrekê di tirkên zalim de bifirîne û zixurekî di dewleta wan de werbike û neke, diya wî jina wî be û hew!

Pevçûn, bi teslîmiyetê re pevçûn, bi xiyanetê re pevçûn û bi tirkan re heta bi mirinê pevçûn!! Xwîn bi xwînê!

Laleş Qaso

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)