SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Ev jî ronakbîrên me ên ku hêviya xelasiya xelkê xwe di mehmetçîkên bêrutbe de dibînin!

Hema wilo yekser, her kes û kûs û rêxistinên ku hêviya qenciyê ji zaliman dikin û nexasim  jî bi destxistina azadiya xelkê xwe bi rehma  dilê zaliman ve girêdidin, dijminên xelkê xwe ên herî mirdal û binketîne! Û ji bilî KCKa ku xiyanet bi miletê kurd re kiriye, hema hema temamê rêxistinên kurdên bakurê welêt bûne hêvîdar û ruyê sola AKPa ku ha ha êgir li kurd û Kurdisanê dibarîne!

Bi rastî mirov nizane çawa bibêje, dema ku mirov li malperên wek Dengê Kurdistan-Kurdistan.nu û nasname.com. a bi navê Ozgur Bireyler Toplulugu dinere mirov ji ber xwe fedî dike ku mirov jî wek wan kurd e! Mêrikan her tiştê xwe berdane, li ba AKPê cih girtine û ji tirkên herî lewitî bêhtir bi KCKa ku bûye nîşana teslîmiyetê û serokê wê ê xerabe daketine. Lê ji bîr dikin ku hîn jî bi xwe nizanin bê ser û sekehê wan bi xwe çiqas e! KCK û Ocalan kurdxayin û ew jî kurdperwer bin yanî çi! Çermê wan çend pere dike!

Di dawiyê de em ê bibêjin ku hîç mereqan nekin, BDP jî wê beşdarî referandûma ku fêdê bide tirkan, kurdan tam asîmle bike bibe û wek we bibêje ”erê, ez xwe piçûk dibînim, ez dixwazim bi peran eskeriya tirkan bikim, ez tirkiyeyî me, navê min Mehmet yan jî Bihemed be ferq nake, du-sê TRT6ê din vekin, ez bindestiya xwe a di bin mezinahiya tirkan de ji dil û can qebûl dikim…”  Her çi Ocalanê ku li gora generalan û general û rayedarên AKPê jî di mesela kurdan de wek hev tevdigerin, ji bo ku Konseya xwe û BDPê di çavên kurdan de hîn pîstir û piçûktir bike, wan li dijî referandûmê sor dike; da dû re tifa wan bi wan bialêse! Ma hindik carî ew tif  bi wan alastiye, hi? Ha, hinekî jî ji ber ku emerîkî û cihû li pişt referandûmê sekinîne, BDP jî wê başdar bibe.

Pevçûn!

Kurdo, ma ne hey tiştekî ku tu winda bikî nemaye. Ma ji vê bêşerefiyê mezintir bêşerfî ma ye ku navê kûçikan heye û navê te hîn jî tuneye!

Ma ji vê rezîltiyê mezintir rezîltî ma ye ku tirk xwedî parlamento, dezgeh û arteş e û hîn jî qereqoleke te tuneye!

Ma ji vê kûçkaniyê mezintir kûçkanî ma ye ku zarokên tirkan xwedî xwendegeh, unîversîte, zanîngeh û herwekî din; û zarokên te jî wilo mîna parsekan bê tiştikek!

Ma ji vê bênamûsiyê mezintir bênamûsî ma ye ku çi gava polîs û eskerên tirkên barbar dixwazin dikarin li pêş çavên te dest biavêjin dê û keç û jina te!

Ma ji vê zilmê mezintir zilm ma ye ku tirk nahêlin tu di mizgeftên xwe de jî bi kurdî îbadeta xwe bikî û li ser miriyên xwe mûlidan bidî!

Ma ji vê çavsoriyê mezintir çavsorî ma ye ku tu li ser kêla keç û lawên xwe roja çêbûn û mirina wan bi kurdî dinivîsînî û mehmetçîk jî bi ser wan kêlan de dimîzin û wan perçe perçe dikin!

Ma ji vê wehşetê mezintir wehşet ma ye ku dest diavêjin heta bi keç û lawên te ên kujtî û bi kêr û qezetoran kelaxê wan zîvar zîvarî dikin!

Îcar de ka bêje, tu heyî yanî çi! Bila tu bimrî! Bila tu tunebî! Bila ew dinyaya ku ez û tu û em kurd hemû tê de wek jina tirk û ereb û farisan dijîn bi bombeyên herî mezin hilweşe! Lê bixebite, atomê bi dest bixe û çavên xwe negire û biavêje wan; da ev dinyaya ku bi miletî li me kirine tara bêjingê û hêsîrî wek pişka ezel li eniya me dane ji tu kesî re nemîne! Te ne insan, te ne heywan, te ne mexlûq, te wek sola xwe dibînin! Îcar tu ji bo çi heyî, hi! Bimre!

Pevçûn! 

Erê bila sûnda me dîsa ew sûnd be! Sûnda Zindana Diyarbekira ku mehmetçîkên teres lawên teresan em bi saxî dişewitandin! Aha vê sûndê ne carekê, hezar carî bixwe: Heçê ji vê dozê, pevçûn û liberxwedana wê a ji hew bêhtir bi rûmet bireve û bi qasî ku hema qîrekê di tirkên zalim de bifirîne û zixurekî di dewleta wan de werbike û neke, diya wî jina wî be û hew!

Pevçûn, bi teslîmiyetê re pevçûn, bi xiyanetê re pevçûn û bi tirkan re heta bi mirinê pevçûn!! Xwîn bi xwînê!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)