SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Mehmetçîkan aha tam wilo li 9 gerîlayan kirin û gerîlayan jî melayekî ”hewedarê mehmetçîkan” kujt!

Endamên Konseya PKKa KCKa ku ji bo têkevin çavên tirkan û rayedarên wan, navên dezgehên xwe ên kurdî bi carekê ve serguherî tirkî kirin, doza zir miletekî kevnare li dîwarên demokrasiya di rengê tirkên kurdqesas de sekinandin, di destê birêz Ocalanê kurdxayin de bûn navkil û lewleba meşkê û Kurdistan di çelq û pelqên zaliman de aran, vê carê jî xwe li kujtina melayên bi esil û fesil kurd şidandine.

 Dohna pêrna pitnapêr mehmetçîkan 9 gerîlayên Konseya revoke kujtin û şewitandin, û Konseyê jî qaşo di heyfa gerîlayên xwe de şêvê din li Hezexê melayekî ”hewedarê mehmetçîkan” dan kujtin. Çendeyek berê jî li Colemergê melayek dabûn kujtin.

Erê ji bo çi hûn bi hezaran melayên ku ji nav tirkan hatine û li Kurdistanê di mizgeftan de kurdan hînî îbadeta bi tirkî dikin nakujin, lê hûn melayên ku zimanê wan ê îbadetê bi kurdî ye dikujin, ha? Gelo sibehê, heger hat û emerîkî û ewrupiyan zor li tirkan kirin da mamostayên wan li xwendegehên Hezex û Mîzexê bi kurdî derzê bidin xwendekaran, hûn ê wan jî nekujin? Hûn ê bikujin…

Hûn tiştekî wilo xereba ne ku heger hat û desthilatdariyeke herêmî kete destê we, hûn ê mîna islamê têkilî hemû tiştên xelkê bibin. Yanî hûn ê ji vî re bibêjin îşev neçe mala xwe, ji wî re bibêjin li ber deriyê mala partiyê bide lotikan, ên din mîna ê bamidî û sarincî ku gerîlayan di salên 1990î de ew zorgayî ku di huperlora mizgefta gund de biorin û bizirin û hwd. bikin.

Xwedê miletê kurd ji vê xwenenasî, çavsorî û eşqa we a tirkî bistirîne û hew!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)