SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Ew bi kêrî ku bibin zilamên dewletê jî nayên!

Rayedarên dewleta tirkên zalim bi TRT6ê û referandûma qanûnên xwe ên bingehîn careke din peyitandin ku çi gava bixwazin bi hêsanî wê bikaribin ji ronakbîr û rêxistinên kurdên bakurê welêt partiyeke xwe ê dewletî çêbikin. Di vî warî de PSK û HAKPARa ku serokwezîrê Tirkiyê bi mebesta ku HAKPAR di referandûmê de li pişt AKPê sekinîbû, bi telefonê sipasî Bayrem Bozyel kiribû û HAKPAR û PSKî jî ji kêfa wê telefonê re tam ji serxwe çûbûn, du nimûneyên zîz in.

Bi kurtî, rayedarên dewleta tirkan, wek ku di demekê de Seddam Hisên jî li başûrê Kurdistanê kiribû,  ji girtina birêz Ocalanê kurdxayin û vir ve pir xweztin ku ji PKKê partiyeke xwe çêbikin, çêkirin lê bi ser neketin, îcar niha jî lê dixebitin ku ji HAKPAR, PSK û hwd. wê partiyê çêbikin. Lêbelê wê di wê de jî ji xwe hîç bi ser nekevin. Bi sernekevin dibêjim, ji ber ku ên me bi kêrî wê zilamtiyê jî nayên!

Jêdera ku PSK û HAKPAR ji kêfa telefona serokwezîrê tirkan a ku ji Bayram Bozyel re kirbû û hew mabû sola serokwezîr danyana ser serê xwe, bi trikî ye.

Jêder:

Nûçe

Şirove

3 Responses to “Ew bi kêrî ku bibin zilamên dewletê jî nayên!”

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)