SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Aha bi boykotên wilo kurd û Kurdistan bilind dibin!

Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî (TZPKurdî) bi boykotkirina xwendegehên tirkî ên li Kurdistanê karekî tam kurdane kirine, û her kurd bi hemû haweyê xwe divê vê biryara biha bilind destek bikin. Lê çi fêde, Konseya PKKa KCKa ku tirkayetî ketiye xwîn û hestiyê wê; bûye sembola rev û xiyanetê  û tirkî biriye heta bi hindurê qul û kun, berqef û şikeftên Kurdistanê û zarokên kurdan bi bêedebî, kultur û zimanê tirkên zalim perwerde dike, wê nehêle ev boykota bi rûmet bi ser bikeve! Nahêle bi ser bikeve ji ber ku, aha bi boykotên wilo kurd wê li xwe vegerin, xwe û tirkan ji hev nas bikin, di kelecana kurdayetiyê de bikelin û serê xwe li himberî tirk, ereb û farisên ku hêsîrî wek pişka ezel li eniya wan dabûn rakin!

Îcar heger hat û nasyonalîzma kurdî bi hêz bû, ne bi tenê tirk, ereb û farisên îro, 177 bavên wan ji gorê rabin jî wê nikaribin bi kurdan, kurd ji bin vê mehra wan a xwedayî azad bibin û bi rûmet bijîn!

Eferim ji biryara Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî (TZPKurdî) re!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)