SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Li ser ku xwendegehên soranî li bakurê Kurdistanê vekin bi darî hev ketine!

Telebaniyên ku birêvebirên PDKa ji malbatên barzaniyan jî bi xwe re kirin dijminê riknê zimanê kurmancî û li başûrê weletêt kurmancî mîna zarê qereçî û mitirban li stran û qesîdeyan, reqs û govend, derboqa, teblik, erbane û li def û zirneyan sekinandine, niha jî xwe tam lê şidandine ku vê carê jî li bakurê Kurdistanê ji aliyekî ve kurmanciyê bi aqûbeta kurmanciya başûrê welêt şa bikin û li aliyê din jî li hinderan bi navê ”xwendegehên kurdî”bi soranî xwendegehan vekin. Êrê ma ne ji xwe, bi karekî wilo tirk him li himberî dinyayê dibin mafdar û him jî ji bela kurmancan azad dibin.Û li aliyê din jî wê barzanî û telebanî jî ji kurmancan xelas  bibin! Îcar hûn dibînin bê çi xweş e, ne! Waweylêêê, li me û van barzanî û telebaniyên ku başûrê welatê me kirine mêrga tirkan û ji bêrîka xwe pê ve li tu kurdî nafikirin!

 Li gora hin jêderên vinovinî, Beşîr Atalayê wezîrê tirkên zalim û Meshûd Barzaniyê ku tu kurmancî şika ku ew jî bûba dijberê kurmanciyê ne dibir, li başûrê Soristanê bi vê sebebê bi darî hev ketine. Lê wê bi ser nekevin; her kurd û kurmancê ku piçek şexsiyet, ûjdan û kurdayetiya wî hebe, wê li himber dolabên binpêkirina kurmênc û kurmanciyê qiyametan rake û kirasê xwe biçirîne!

 Di dawiyê de em ê bibêjin ku tirk wê tu carî bi xêr û xweşî û bi metodên demokrasiya ”selewat û tekbîran, yabo, qurbano û heyrano” rê nedin xwendegehên kurdiya bi kurmancî. Bi destxistina xwendegehan di bombekirina Tirkiyê û kaosan de ye, ewqas! Pevçûn, xwîn bixwînê!!

Pevçûn!

Kurdo, ma ne hey tiştekî ku tu winda bikî nemaye. Ma ji vê bêşerefiyê mezintir bêşerfî ma ye ku navê kûçikan heye û navê te hîn jî tuneye!

Ma ji vê rezîltiyê mezintir rezîltî ma ye ku tirk xwedî parlamento, dezgeh û arteş e û hîn jî qereqoleke te tuneye!

Ma ji vê kûçkaniyê mezintir kûçkanî ma ye ku zarokên tirkan xwedî xwendegeh, unîversîte, zanîngeh û herwekî din; û zarokên te jî wilo mîna parsekan bê tiştikek!

Ma ji vê bênamûsiyê mezintir bênamûsî ma ye ku çi gava polîs û eskerên tirkên barbar dixwazin dikarin li pêş çavên te dest biavêjin dê û keç û jina te!

Ma ji vê zilmê mezintir zilm ma ye ku tirk nahêlin tu di mizgeftên xwe de jî bi kurdî îbadeta xwe bikî û li ser miriyên xwe mûlidan bidî!

Ma ji vê çavsoriyê mezintir çavsorî ma ye ku tu li ser kêla keç û lawên xwe roja çêbûn û mirina wan bi kurdî dinivîsînî û mehmetçîk jî bi ser wan kêlan de dimîzin û wan perçe perçe dikin!

Ma ji vê wehşetê mezintir wehşet ma ye ku dest diavêjin heta bi keç û lawên te ên kujtî û bi kêr û qezetoran kelaxê wan zîvar zîvarî dikin!

Îcar de ka bêje, tu heyî yanî çi! Bila tu bimrî! Bila tu tunebî! Bila ew dinyaya ku ez û tu û em kurd hemû tê de wek jina tirk û ereb û farisan dijîn bi bombeyên herî mezin hilweşe! Lê bixebite, atomê bi dest bixe û çavên xwe negire û biavêje wan; da ev dinyaya ku bi miletî li me kirine tara bêjingê û hêsîrî wek pişka ezel li eniya me dane ji tu kesî re nemîne! Te ne insan, te ne heywan, te ne mexlûq, te wek sola xwe dibînin! Îcar tu ji bo çi heyî, hi! Bimre!

Pevçûn! 

Erê bila sûnda me dîsa ew sûnd be! Sûnda Zindana Diyarbekira ku mehmetçîkên teres lawên teresan em bi saxî dişewitandin! Aha vê sûndê ne carekê, hezar carî bixwe: Heçê ji vê dozê, pevçûn û liberxwedana wê a ji hew bêhtir bi rûmet bireve û bi qasî ku hema qîrekê di tirkên zalim de bifirîne û zixurekî di dewleta wan de werbike û neke, diya wî jina wî be û hew!

Pevçûn, bi teslîmiyetê re pevçûn, bi xiyanetê re pevçûn û bi tirkan re heta bi mirinê pevçûn!! Xwîn bi xwînê!

Laleş Qaso

Nûçe

Şirove

One Response to “Li ser ku xwendegehên soranî li bakurê Kurdistanê vekin bi darî hev ketine!”

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)