SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Eman, ha!!

Rayedarên dewleta tirkên zalim, ji bo ku serekên gerîlayên PKKa KCKa ku navên hemû tiştik miştikên xwe ên bi kurdî qulipandine tirkî, zimanê tirkî birine heta bi qul û qulêrên çiya û zozanên Kurdistanê û zarokên kurdan bi tirkî perwerde dikin û li aliyê din jî doza perwerdeya bi zimanê kurdî li tirkan dikin, gîsinê di çavê xwe de nabînin û şûjina di çavê tirkan de dibînin,   mal û milk, zêr û pere û heta dîlberên xwe ên ku ji zû de, ji bo ku çiqekê di kurdan de bikin, pêşkêşî parlementerên ewrupî û senatorên emerîkî kirine, tam xwe dane kêleka PDKê û YNKê da bi haweyekî gerîlayan ji çiyan daxînin û wan li başûrê Kurdistanê bi cih bikin! Eman eman, ha!

 Îcar heger hat û gerîlayan çiya berdan û li başûrê Kurdistanê çong berdan erdê, pêşî hêdî bi hêdî wê serekên PDK û YNKa ku temamê dinyayê al û Kurdistan û ser û sekehê wan qebûl kiriye û wan bi ala kurdistanî pêşewazî dikin û ew jî li pêşberî tirkan him ala xwe vedişêrin û him jî newêrin navê Kurdistanê bibêjin, mîna ku di sala 2004an de Nizametîn Taş û 30-40 hevalên wî ên bijarte ji PKKê vekişandin nav xwe, mixalefeta kurdperwer a di nav PKKê de vemirandin û PKK kirin wek hingulîska di tiliya tirkan de, bixesînin û dû re jî wilo xesandî wan teslîmî tirkan bikin. Eman eman, ha!

Birêvebirên KCKa ku  bûne wek mirişka bi êşê ketî û şeqlo meqlî bi vir de û wir de disûrikin, bûne nîşana rev û xiyanetê û ji tirsa mehmetçîkên teres lawên teresan re hew maye ku kurdiyeke bi tirkî û Kurdistaniyeke bi navê Tirkiyê qebûl bikin, hema bêhnikekê be jî divê bifikirin û bibînin ku di Kurdistanê de PKK bûye hêza sisêyan; û heta a herî xurt jî. Li pişt PKKê miletê kurd sekiniye. Û dema ku miletê kurd jî bi birêvebiriyeke nasyonalîzma kurdî bi rê ve çû, tu hêz jî wê nikaribe pişta miletê kurd bitewîne. Eman eman, ha, sîlehan ji dest xwe bernedin! Mêrê misilman ji devê tivingê pê ve ji tiştekî din fêhm nake. Û em, tirk, ereb û faris jî em misilman in! Ji bilî pêxemberê islama ku di şerê Ehed û Uhûdê de dev û diranên xwe pelixandibûn tu pêxember neketine şeran, tu pêxemberî negotiye ”sîleh sunet e, bi xwe re bigerîne”, tu pêxemberî negotiye ”zimanê min û xelkê min ê bihuştê ye”û hwd. Aha em hemû bi wê kulturê mezin bûne. Şerên herî bi xov û qetilamên herî mezin misilmanan kirine; bêbext û zalimên herî mezin ji misilmanan derketine! Tarîxa omet, xelk û miletan vekin û bixwînin, hûn ê bibînin ku di warê zilm û zorê û hemû xerebiyan de  misilman çawa li pêşiya her kesî ne!  Eman eman, ha! Ne ji çiyan dakevin çiya derzika pişta we û ne jî sîlehan ji dest xwe berdin sîleh, qirama dest û lingên we ye! Pevçûn, xwîn bi xwînêl!

Pevçûn!

Kurdo, ma ne hey tiştekî ku tu winda bikî nemaye. Ma ji vê bêşerefiyê mezintir bêşerfî ma ye ku navê kûçikan heye û navê te hîn jî tuneye!

Ma ji vê rezîltiyê mezintir rezîltî ma ye ku tirk xwedî parlamento, dezgeh û arteş e û hîn jî qereqoleke te tuneye!

Ma ji vê kûçkaniyê mezintir kûçkanî ma ye ku zarokên tirkan xwedî xwendegeh, unîversîte, zanîngeh û herwekî din; û zarokên te jî wilo mîna parsekan bê tiştikek!

Ma ji vê bênamûsiyê mezintir bênamûsî ma ye ku çi gava polîs û eskerên tirkên barbar dixwazin dikarin li pêş çavên te dest biavêjin dê û keç û jina te!

Ma ji vê zilmê mezintir zilm ma ye ku tirk nahêlin tu di mizgeftên xwe de jî bi kurdî îbadeta xwe bikî û li ser miriyên xwe mûlidan bidî!

Ma ji vê çavsoriyê mezintir çavsorî ma ye ku tu li ser kêla keç û lawên xwe roja çêbûn û mirina wan bi kurdî dinivîsînî û mehmetçîk jî bi ser wan kêlan de dimîzin û wan perçe perçe dikin!

Ma ji vê wehşetê mezintir wehşet ma ye ku dest diavêjin heta bi keç û lawên te ên kujtî û bi kêr û qezetoran kelaxê wan zîvar zîvarî dikin!

Îcar de ka bêje, tu heyî yanî çi! Bila tu bimrî! Bila tu tunebî! Bila ew dinyaya ku ez û tu û em kurd hemû tê de wek jina tirk û ereb û farisan dijîn bi bombeyên herî mezin hilweşe! Lê bixebite, atomê bi dest bixe û çavên xwe negire û biavêje wan; da ev dinyaya ku bi miletî li me kirine tara bêjingê û hêsîrî wek pişka ezel li eniya me dane ji tu kesî re nemîne! Te ne insan, te ne heywan, te ne mexlûq, te wek sola xwe dibînin! Îcar tu ji bo çi heyî, hi! Bimre!

Pevçûn! 

Erê bila sûnda me dîsa ew sûnd be! Sûnda Zindana Diyarbekira ku mehmetçîkên teres lawên teresan em bi saxî dişewitandin! Aha vê sûndê ne carekê, hezar carî bixwe: Heçê ji vê dozê, pevçûn û liberxwedana wê a ji hew bêhtir bi rûmet bireve û bi qasî ku hema qîrekê di tirkên zalim de bifirîne û zixurekî di dewleta wan de werbike û neke, diya wî jina wî be û hew!

Pevçûn, bi teslîmiyetê re pevçûn, bi xiyanetê re pevçûn û bi tirkan re heta bi mirinê pevçûn!! Xwîn bi xwînê!

Laleş Qaso

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)