SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Qaşo wê zimanê wan serbest kiribana, îcar televizyona wan jî digrin!!

Laleş Qaso

Bi rastî jî carina mirov ji ber xwe fedî dike ku mirov û hin birêvebir û ronakbîrên kurdan ji miletekî ne û ji bêgavî li ba hev rûdine! Mesele, ji bilî kurdan, gelo li ku derê dinyayê hatiye dîtin mirovên ku nizanibin bi zimanê xelkê xwe û bûbin birêvebirên xelkê xwe? Heger hatibin dîtin, belkî yek-dudu bin, lê ên me hema hema hemû ne! Îcar bi ser de jî ên me ewqasî bi rû û bêfedî ne ku dikarin zarokên xwe bi carekê ve ji ziman, edeb û kultura kurdî bi dûr bikin û li aliyê din jî kevirên herî mezin bi ser dawa dê û bavên zarokên ku nizanin bi kurdî de berdin!

 Ên me ewqasî bêedeb in ku dikarin temamê weşana xwe bi tirkî bixurbilînin; temamê reng û dengê jiyana xwe bi tirkî bihûnin û li aliyê din jî doza ku çima dewleta tirkên teres zimanê wan serbest nake kirasê xwe biçirînin! Nabînin ku pêşî divê mirov bi xwe qîmetê bide zimanê xwe, da hin din jî bi wî qîmetî rabin; mirov li her derê kurdî bi kar bîne da dewlet jî bahweriyê bi wê helwest û pevgirêdana mirov bîne û dev ji asîmlasyona kurdî berde!

 Hin ji ronakbîr û birêvebirên me ewqasî bêşexsiyet in ku dikarin zeytûn û penêrê li ser sifra taştê bi sebeba ku zeytûn û penêr ên tirkan e nexwin û rabin û li aliyê din jî bi balafirên ”Turk Hava Yollari” ji Ewrupa û ji vir û wir ê dinyayê bifirin Tirkiyê da hejîr, tirî, hinar, qeymax û hingivê herêma Egeyê bixwin. Wilo bêexlaq in ku li nav tirkan havîngehan dikirin, havînên xwe li wan deran derbas dikin; û bi haweyê ku çûne Kurdistanê ji kesên wek min ku her çar perçeyên Kurdistanê li wan heram kirine ji çelq û pelqa wan deran bipeyivin. Ev ên li Ewrupayê wilo ne, îcar ên li welêt ji van qad qad xerabtir in!

Birêvebir û ronakbîrên me ji her kesî baştir pê dizanin ku ne AKP û ne jî 77 bavê AKPê wê doza miletê kurd bi haweyê ku kurd xwedî xwendegeh û desthilatiyeke herêmî bin safî neke. Doza miletê kurd dozeke netewî ye; û hema çimekî dozên netewî jî li tu derên ku misilman lê jiyane bi metodên demokrasiyê tu carî safî ne bûne. Misilman, û yan jî islam û demokrasî ha!

 Êdî divê em qebûl bikin ku geft û lept û tevgera tirkan bi carekê ve li dijî hemû tiştik miştikên kurdan e; di tûrikê wan de ne safîkirina doza kurdan, belavkirina kurdan heye. Dewleta ku hîn wê rê nede bikaranîna zimanê kurdî û vekirina xwendegehên bi kurdî, û bi ser de jî lê bixebite ku televizyona Turksevê (Rojtv) bigre, wê çî kurdî safî bike, hi? Safîkirina doza miletekî ku zimanê wî û xwendegehên wî wê tunebin, wilo çilo safîkirin dibe! Ên me êdî divê vê rastiya ku tirk çekdanîna Konseya KCKa ku bûye nîşana rev, teslîmiyet û xiyanetê, dikin mahne û tiştekî bi dest kurdan ve bernadin bibînin. Konsey çekan berde bernede heta ku ji dest wan bê, ew ê  her kurdan bi tiştikên pûç û vala bixapînin. Ji girtina Ocalan û vir ve Konseyê çi şer bi dewleta tirkan re kiriye ku tirkan hîn qedexeya li ser navên kurdî ranekirine, hi? Ev tirk hîn gerîlayan çek dananîne wilo ne, îcar gava ku çekan desynin wê çawa bin, gelo? Wê fermana me hemiyan rakin. Û berê jî fermana birêvebirên rêxistinên wek HAKPARa ku hema hema bûye berdevka AKPê û kesên wek Şerafedîn Elçî û Hesîb Kaplan rakin! Dîroka miletê kurd bi nimûneyên wilo dagirtîne.

 Bi kurtî, ji bo rayedarên dewleta tirkan a herî girîng ew e ku hema qed ne be bi haweyê îro be jî heta çend salekî din jî bimeşe; bimeşe çimkî her ku bi wir de biçe wê kurd hîn bêhtir asîmle bibin û bi asîmlekirinê re jî ji doza xwe bi dûr bikevin. Kurd û Kurdistan ketiye dewra man û nemanê. Dinya ne ew dinyaya ku kurd bi sed salan bêxwendegeh û desthilatdar bûn û dîsa jî dikarîbûn wek kurd jiyabana; komunîkasyonê dinya kiriye wek gundekî û ha ha ziman û zimanokên civat û civakên bêdesthilatdar û bêxwendegeh ji holê radike.

Erê, heger di van her çend salan de kurdên bakurê welêt nîv-desthilatdariyek bi dest nexistin, li her derê welêt xwendegehên xwe ên bi kurdî ava ne kirin û temamê masmedya xwe ne kirin bi kurdî wê têk biçin; û bi têkçûna wan re wê desthilatdariya başûrê Kurdistanê jî têk biçe. Û wî çaxî jî her tişt diqede! Îcar ez bahwer dikim her kesê gava ku bi ûjdanê xwe rabû, wê bibîne ku mêrê misilman ji devê tivingê pê ve ji tiştekî din fêhm nake, û gava ew misilman tirk, ereb û faris be wê qed û qed fêhm nake û ji devê tivingê pê ve bi tirkan, ereb û farisan re nepeyive. Li Rohilata Navîn bidestxistina azadî û serxwebûna miletê kurd û xelkên din û biserketina mirovahî û demokrasiyê di bombekirina Tirkiyê, Îran û temamê welatên ereban de ye. Bi qasî ku ew welat qels bibin wê mirovahî xurt bibe û demokrasî jî bi ser bikeve, ewqas! Pevçûn!

09 10 10

lales56@hotmail.com

Nûçe

Şirove

One Response to “Qaşo wê zimanê wan serbest kiribana, îcar televizyona wan jî digrin!!”

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)