SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Gelo e vî ji bo çi wilo gotiye? “Bêyî himbergirtina PKKê doza kurdî çareser nabe!…”

Nêçîrvan Barzaniyê ku li gora rojnameyên PDKê û YNKê ên çend sal berê di Rohilata Navîn de wek dewlemendê çaran, yan jî yekê, hatibû naskirin, di hevpeyvîna xwe a kovara Gulanê de, hin gotinên rast û cihgir ku hîn diva bû 5-6 sal berê di biwara PKKê de gotibana niha dibêje! Gelo çima? Li gora me, pir çimayê vê hene, û di nav temamê çimayan de çimayeke bi tenê jî li xêra PKKê tuneye!…

Êdî  PKK divê ne bi çavekî bi çar çavan li dora xwe binere! Hemiyan a xwe li PKKê kirine yek; hemû dixwazin bi haweyekî PKKê ji çiyan daxin û bi ser de jî li başûrê Kurdistanê bi cih bikin; hemiyan bi hev re dane bin aqilê PKKê ku bi haweyekî wê bixapînin û li bakurê welêt doza kurd vemirînin. Helbet Konseya PKK bûye nîşana rev, teslîmiyet û xiyanetê, lê digel wê qasê jî ew ji bo selameta miletê kurd ji PDKê û YNKê û peydûk û berdevkên wan ên li bakurê Kurdistanê qad bi qad çêtir e. Qeweta miletê kurd di PKKê de gihaye ser hev. Her kesê ku li belavkirina wê qewetê bigere, xiyanetê bi miletê kurd re dike. Çerxa felekê geh li jêr e geh li jor; û ew kevirê denga vê dinyaya bi xweda û şeytan helbet heta bi heta wê li ser birxulê tirkan, ereb û farisan negere. Aha tam di vir de, çawa ku çerxa felekê li başûrê welêt lê xist û emerîkî û ewrupiyan ew PDK û YNKa ku bûbûn maşika destê Haviz Eshed, Şah û Xumeynî girtin dest xwe û li himberî wan wek du daqmoqan bi kar anîn, di demeke nêzîk de wê PKKê jî wilo bigrin dest xwe û xezeba wê bi ser tirkan de bibarînin.

 Îcar eman eman, ger tirk deh Kurdistanan jî bi şîr û nan bikin, gerîla dîsa jî tu carî divê çekan ji dest xw e bernede. Tirkên ku hîn navê kurdan qebûl ne kirine, ji bo çend mehekî dikarin temamê navên kurdî qebûl bikin. Û heta navê Kurdistanê jî bi tîpên herî mezin li ser devê deriyê parlamentoya xwe binivîsînin; xwendegehên xwe ên li Kurdistanê bi carekê ve serguherî kurdî bikin û di bin sereketiya kurdxayinê mezin birêz Ocalan de dewleta Kurdistanê ilan bikin; da gerîla çekan berde. Eman eman! Hemû fen in. PKK li Kurdistanê bûye hêza sisêyan a herî mezin. Û li Kurdistanê û Rohilata Navîn jî her çi hêz e, bi çekan li ser lingan dimîne, ewqas!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)