SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Li me pir bû dereng!!

Konseya PKKa KCKa ku ji her kesî baştir pê dizane xelkê tirk hîn ji dema osmaniyan ve di destê dewletê de mîna xelkê eleman ê salên 1930-1940î wek zibil bi kar hatiye û li xêra xelkê kurd û mirovahiyê ji vî xelkî wê tiştek dernekeve, di bin navê ”biratiya gelê tirk û kurd” de xwe kiriye mirtalê tirkan û di pêşiya nasyonalîzma kurdî de bûye kelemê herî mezin! Ew Konseya ku wê zir qeweta miletê kurd, di warê kurdayetiyê de hema mehekê li himberî tirkan bi kar bîne û wê nîvê doza miletê kurd safî bike, bûye bela serê miletê kurd!

 Gelo kîjan kurdê ku hema bi guhê xwe nan nexwaribe nizane ku wê tirk bi berger û lavlavka şoreşgeriya di bin banê ”biratiya gelan de” tiştekî bi dest kurdan ve bernedin û wan bi sola xwe nehesibînin! Tirkên ku 20-30 serokên kurdan ên belediyan û bi deh hezaran keç û xortên wan xistine girtîgehan, li sikakan li pêş temamê dinyayê zendê zarokên kurdan dişkînin û  bi ser de jî hîn navên kurdî qebûl nekirine, wê çi kurdî safî bikin gelo?

Erê, bi tenê hew tiştek di destê me de maye, şer û pevçûn! Serbestkirina navên kurdî di bombekirina Tirkiyê a neh-deh rojekî,  berdana serokên belediyan û bi deh hezaran keç û xortên kurdan ên di êşkencexane û girtîgehan de di bombekirina Tirkiyê a çar-pênc rojekî, û mehkemekirina polîsên ku zendê zarokên kurdan şikenandibûn di bombekirina Tirkiyê a du rojekî de ye. Tiştekî ku kurd bi miletî winda bikin ji zû de nemaye! Pevçûn!

Pevçûn!

Kurdo, ma ne hey tiştekî ku tu winda bikî nemaye. Ma ji vê bêşerefiyê mezintir bêşerfî ma ye ku navê kûçikan heye û navê te hîn jî tuneye!

Ma ji vê rezîltiyê mezintir rezîltî ma ye ku tirk xwedî parlamento, dezgeh û arteş e û hîn jî qereqoleke te tuneye!

Ma ji vê kûçkaniyê mezintir kûçkanî ma ye ku zarokên tirkan xwedî xwendegeh, unîversîte, zanîngeh û herwekî din; û zarokên te jî wilo mîna parsekan bê tiştikek!

Ma ji vê bênamûsiyê mezintir bênamûsî ma ye ku çi gava polîs û eskerên tirkên barbar dixwazin dikarin li pêş çavên te dest biavêjin dê û keç û jina te!

Ma ji vê zilmê mezintir zilm ma ye ku tirk nahêlin tu di mizgeftên xwe de jî bi kurdî îbadeta xwe bikî û li ser miriyên xwe mûlidan bidî!

Ma ji vê çavsoriyê mezintir çavsorî ma ye ku tu li ser kêla keç û lawên xwe roja çêbûn û mirina wan bi kurdî dinivîsînî û mehmetçîk jî bi ser wan kêlan de dimîzin û wan perçe perçe dikin!

Ma ji vê wehşetê mezintir wehşet ma ye ku dest diavêjin heta bi keç û lawên te ên kujtî û bi kêr û qezetoran kelaxê wan zîvar zîvarî dikin!

Îcar de ka bêje, tu heyî yanî çi! Bila tu bimrî! Bila tu tunebî! Bila ew dinyaya ku ez û tu û em kurd hemû tê de wek jina tirk û ereb û farisan dijîn bi bombeyên herî mezin hilweşe! Lê bixebite, atomê bi dest bixe û çavên xwe negire û biavêje wan; da ev dinyaya ku bi miletî li me kirine tara bêjingê û hêsîrî wek pişka ezel li eniya me dane ji tu kesî re nemîne! Te ne insan, te ne heywan, te ne mexlûq, te wek sola xwe dibînin! Îcar tu ji bo çi heyî, hi! Bimre!

Pevçûn! 

Erê bila sûnda me dîsa ew sûnd be! Sûnda Zindana Diyarbekira ku mehmetçîkên teres lawên teresan em bi saxî dişewitandin! Aha vê sûndê ne carekê, hezar carî bixwe: Heçê ji vê dozê, pevçûn û liberxwedana wê a ji hew bêhtir bi rûmet bireve û bi qasî ku hema qîrekê di tirkên zalim de bifirîne û zixurekî di dewleta wan de werbike û neke, diya wî jina wî be û hew!

Pevçûn, bi teslîmiyetê re pevçûn, bi xiyanetê re pevçûn û bi tirkan re heta bi mirinê pevçûn!! Xwîn bi xwînê!

Laleş Qaso

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)