SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Devê tivinga kê zirav be zozan ê wî ye!!

Mehkemeya mehmetçîkên tirkên teres lawên teresan li Diyarbekirê li pêş çavên temamê dinyayê careke din peyitand ku heger kurd xwe di çekên herî mezin de neçikçikînin û bi hemû haweyî xwe di tirkan de wernekin, wê tirk tu carî wan bi sola xwe nehesibînin û bi haweyê demokrasiyê, mafê mirovan û gotin motinkê tîtikî, tiktikî û tirtikî tiştekî bi dest kurdan ve bernedin. Dewleta tirkên ku di cihekî wek mehkemeyê de, qaşo cihê heq û hiqûq û edaletê, hîn rê nade ku serokên belediyan bi kurdî bipeyivin, îcar wê çî kurdî safî bike hey nizam çi!

Zor zorê betal dike; û merê tirk, ereb û farisê misilman jî ji zorê pê ve ji tiştekî din fêhm nakin. Di vê derbarê de serpêhatiyê min gelek in, lê ez ê niha bi tenê hew yekê ji we re bibêjim:

Di salên ku tirkên zalim girtîgeha Diyarbekirê li me kiribûn dojeh û mehmetçîkên xwe jî kiribûn zebaniyên wê, mehkemeya wan jî (sikiyonetim mehkemesi) tam bûbû cihê qeşmeriyê! Hakiman hemiyan gotin kiribûn yek, û nedihiştin ku girtiyek jî biçûya qedemgehê, yanî tuwaletê. Mehmetçîkên teres bi sariya sibehêrê bi sedan piştî ku em girtî hemû kelepçe dikirin, vê carê jî zincîr di zendên me re dikişandin, em wek kûçik û cewrikan bi vir de û wir de bi dû xwe de dikişkişandin û em dibirin mehkemeyê. Mehmetçîkan seet ji 6-7ê sibehê heta ku dibû danê nîvro, em hemû di temeneyê de zîq, qîq û rep disekinandin. Çûna qedemgehê, xur, kuxuk, tir û hwd hemû qedexe bûn. Bi kurtî, helbet wê wilo nemeşiya, diva bû me girtiyan bi haweyekî rê li ber wê teresbaviya mehkemeyê girtiba. Û me girt jî.

Binerin bê me çawa kir: Me yek ji xwe tembî kir ku li hindurê mehkemeyê, hema li wê navê, piştî ku hakim destûra çûna qedemgehê nedênê, bi xwe de berde, ber de û berde û bi dengê bilind jî bibêje ”hakimino heger hûn qedemgehan ji me re serbest nekin, vê carê ne girtiyek, her roj bi dehan girtî em ê li vir bi xwe de berdin, de hûn zanin, ewqas!”

 Îcar ji wê rojê û vir ve, mehkemeyê bi temamî çûna qedemgehan serbest kirin.

Erê, tirk, ereb, faris ev e. Ji zorê pê ve fêhm nakin. Pevçûn, devê tivinga kê zirav be zozan ê wî ye!! Xwîn bi xwînê!

Pevçûn!

Kurdo, ma ne hey tiştekî ku tu winda bikî nemaye. Ma ji vê bêşerefiyê mezintir bêşerfî ma ye ku navê kûçikan heye û navê te hîn jî tuneye!

Ma ji vê rezîltiyê mezintir rezîltî ma ye ku tirk xwedî parlamento, dezgeh û arteş e û hîn jî qereqoleke te tuneye!

Ma ji vê kûçkaniyê mezintir kûçkanî ma ye ku zarokên tirkan xwedî xwendegeh, unîversîte, zanîngeh û herwekî din; û zarokên te jî wilo mîna parsekan bê tiştikek!

Ma ji vê bênamûsiyê mezintir bênamûsî ma ye ku çi gava polîs û eskerên tirkên barbar dixwazin dikarin li pêş çavên te dest biavêjin dê û keç û jina te!

Ma ji vê zilmê mezintir zilm ma ye ku tirk nahêlin tu di mizgeftên xwe de jî bi kurdî îbadeta xwe bikî û li ser miriyên xwe mûlidan bidî!

Ma ji vê çavsoriyê mezintir çavsorî ma ye ku tu li ser kêla keç û lawên xwe roja çêbûn û mirina wan bi kurdî dinivîsînî û mehmetçîk jî bi ser wan kêlan de dimîzin û wan perçe perçe dikin!

Ma ji vê wehşetê mezintir wehşet ma ye ku dest diavêjin heta bi keç û lawên te ên kujtî û bi kêr û qezetoran kelaxê wan zîvar zîvarî dikin!

Îcar de ka bêje, tu heyî yanî çi! Bila tu bimrî! Bila tu tunebî! Bila ew dinyaya ku ez û tu û em kurd hemû tê de wek jina tirk û ereb û farisan dijîn bi bombeyên herî mezin hilweşe! Lê bixebite, atomê bi dest bixe û çavên xwe negire û biavêje wan; da ev dinyaya ku bi miletî li me kirine tara bêjingê û hêsîrî wek pişka ezel li eniya me dane ji tu kesî re nemîne! Te ne insan, te ne heywan, te ne mexlûq, te wek sola xwe dibînin! Îcar tu ji bo çi heyî, hi! Bimre!

Pevçûn! 

Erê bila sûnda me dîsa ew sûnd be! Sûnda Zindana Diyarbekira ku mehmetçîkên teres lawên teresan em bi saxî dişewitandin! Aha vê sûndê ne carekê, hezar carî bixwe: Heçê ji vê dozê, pevçûn û liberxwedana wê a ji hew bêhtir bi rûmet bireve û bi qasî ku hema qîrekê di tirkên zalim de bifirîne û zixurekî di dewleta wan de werbike û neke, diya wî jina wî be û hew!

Pevçûn, bi teslîmiyetê re pevçûn, bi xiyanetê re pevçûn û bi tirkan re heta bi mirinê pevçûn!! Xwîn bi xwînê!

Laleş Qaso

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)