SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Dibê de were û kirasê xwe neçirîne!

Hooweh li vê ecêba ku doza zir miletekî kevnare û zir welatekî mezin aha bi evka hanê ma ye! Yanî bi Aysel Tugluka ku di demekê de MÎTê ew û Nûrî Yamanê qeymeqam, cîgirê walî, mifetiş û serokê daîreya navendî a wezareta hindurîn a dewleta tirkên zalim, wek dilkirên kurdan xistin nav DDTê, bi tu haweyî êdî nema karin xwe ji kurdan û MÎTê xelas bikin û ji bêgavî di nav DDTê man û man de, may e!

Îcar wilo ye ev doz, ne bi tenê mala ên ku pê radibin, mala ên ku têkilî dozê nabin û li mala xwe rûdinin, mala ên ku wek mixbir û ajanên neyaran dikevin nav dozê, mala ên ku dibin cehş, mala ên ku direvin û heta mala ên ku pê re dijminahiyê re dikin jî dişewitîne! Aysel Tugluk, Nûrî Yaman û gelekên wek Hesîb Kaplan lê vê yekê ne fikirîbûn. Wan digot qey wê her ji me re xweş bigere! Lê mijara sernivîsa me ji ber ku ne fesal û tefsîr e, em ê gotinê bibirin û xewliyê pêşî li serê PKKê û dû re jî li kurdan hemiyan bibarînin ku mirovekî bi hemû haweyî teslîmbûyî û miroveke bi her haweyî mehrkiriya dewleta tirkan bûne berdevkên doza miletê kurd!

 Erê, di van çend rojên pêşiya me de, birêz xanim xayina Aysel Tugluka ku Mistefa Kemal wek damezrînê tarîxa mirovahiyê digot û dibiland, wê dîsa here girava Imraliyê û bi birêz xayinê herî mezin Ocalan re li ser rewşa şeref, namûs, qeder û medera miletê kurd bipeyivin û ji pelûla hingiv devgakan ji me re çêbikin!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)