SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Di planê Ayê de bi ser neketin, îcar dest bi palanê Byê kirin!

Birêvebirên dewleta tirkên heta bi dijminên çîçik û mirîşkên kurdan jî, ji Şerê Oremarê û vir ve gihan wê bahweriyê ku heger gerîlayan ji çekan nekin û wan ji çiyan danexînin, wê bi kurdan re serî dernexînin û doza kurdî têk nebin. Îcar bi çi haweyî diba bila bûba, li ser wan çiqasî giran rûnişta bila rûnişta, bi haweyekî diva bû gerîla ji çiyan daxistana û ew li başûrê Kurdistanê, yan jî li cihekî dinyayê bi cih kiribana. Ji ber wê yekê ji alîyekî ve xwe ji ingilîz û emerîkiyan re barşewalan kirin û lingên wan alastin û ji aliyê din ve jî bêwestan destê xwe di ser serê PDKê û YNKê re birin û anîn û hin birêvebirên wan wek Nêçîrvan Barzanî kirin şirîkê xwe û gelek tiştan. Lê bi ser neketin! Ingilîz û emerîkiyên ku êdî dewleteke tirkî, mîna di dema pakta Şorevî de ewqasî bi hêz û mezin hîç nedixweztin û ji dûr ve li pişt PKKê sekinîbûn, planê wan pûç kirin.

 Îcar helbet tirkên ku ji sala Qala û Belayê de kişiyabûn ser şeref û namûsa kurdan û temamê xelkên herêma Rohilata Navîn û qira her kesî anîbûn, wê li planê Ayê nesekinîbana û bi planê xwe ê Byê rabana. Planê Byê çî ye?

Pêşî başûrê Kurdistanê wek herêma Kurdistanê bi nav bibe; di navbera Tirkiyê û başûrê welêt de trafîkeke bi rengê kurd û kurdistanî xurt bibe; yanî li ser balafir û termpêlên ku wê bên Tirkiyê navê Kurdistanê bênivîsandin û li her meqamê dewletê ji wî navî bê peyivandin. Şirketên bi navê kurdî li Tirkiyê vebin. Taximên fûtbolê û herwekî din herin û werin. Û hwd.  Ev hemû ji bo ku tirk xwe di rêya kurdên başûrê welêt re têxin çavên kurdên bakurê welêt, da gerîla bahwer bikin ku heger çekan deynin, wê tirk li bakurê welêt jî bi wî karî rabin.

Lê heger hat û gerîla nexapiya û çek dananîn, vê carê jî wê tirk cil û bergên kurdî li temamê parlamenterên ku ji Kurdistanê bûn bikin û bi maseya her yekî ji wan ve lewheyeke bi navê Kurdistanê bizeliqînin! Navên temamê xwendegehên xwe ên li Kurdistanê bikin bi kurdî û bi tirkî jî derzê bidin. Û hwd.

Îcar heger hat û gerîlayan çek danîn û çiya berdan wê çi bibe? Hema wilo yekser  tirk wê qeweta xwe di her qul û qulêr û şikeft û berqefên çiyan de bi cih bikin, Qibrisê wek bertîl bidin ewrupiyan û Tirkiyê jî heta bi heta wek jin li ingilîz û emerîkiyan mehr bikin û  bi qetilameke ji hew bêhtir mezin pêşî bikişin ser kurdên jêr û jor û rohilat û kinêsa hemiyan vemirînin! Û dû re jî bikişin ser kurdên başûrê welêt.

 Eman eman, tirk çî xwe bidin kurdan jî, gerîla tu carî divê xwe ji çekan neke û çiyan bernede, ewqas!

Pefvçûn! Xwîn bi xwînê!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)