SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Mafên kûçikên li Ewrupayê û mafên kurdên li Kurdistanê!

Bila xebera me a îro jî wilo be: Em ê mafê kûçik û kurdan bidin ber hev; bidin ber hev da belkî hinekî bêvila serek, serok û ronakbîrên kurdan bişewite û dev ji tirkî berdin: Îcar hema wilo yekser:

 Li Swêdê dêlekûçik  li ”djursjukhus”(nexweşxaneya heywên) dizê û tev li cewrikên xwe bi qasî hefteyekê li nexweşxaneyê dimînin.

Ma gelo li nexweşxaneyên li Kurdistanê jinên kurdan dikarin bi kurdî bizên?

 Li Swêdê kûçik ji cewriya xwe ve mecbûr e ku ji bal mamosteyan ve hînî zimanê xwe, folklor û helperka xwe bibe, da xwe ji bîr neke  û bikaribe kûçikbaviya xwe baş bidomîne. Ma mafekî me î wilo li Kurdistanê heye gelo?

Li Ewrupayê kûçik bi hêsanî dikarin li pêş çavên serek û serokên dewletên xwe bi kûçkanî ji xwe re bilîzin. Ma gelo kurd li pêş tirkekî herî zibil jî dikarin ji xwe re bi kurdî  bilîzin?

Li temamê Ewrupayê û bi taybetî jî li Swêdê ji bo ku kûçik zarê xwe baş bi kar bînin, gelek dibistan û wargehên wan ên kursan hene.

Ma gelo li Kurdistanê xwendegehên bi kurdî hene? Û qaşo em kurd jî ebdê Xwedê û bi ser de jî misilman in!…

 Li Swêdê qanûnî ye ku kûçik ji parlamentoyê û heta ku digihê mala walî bireyê. Û heta çawa bixwaze wilo bipeyive jî.

Îcar meclisa tirkan li wê navê bihêlin, em li dikanên tirkan jî nikarin bi kurdî bipeyivin. Ma ne wilo ye, hi?

 Li Ewrupayê û bi taybetî jî li Swêdê qedexeyeke mezin e ku kûçik bênav be. Û navê wan jî divê tam bi kûçkanî be.

Lê tirkên misilman ev heq hinekî bi dest me ve berdane. Heta radeyekê em dikarin bi kurdî navên wek Qelşo, Virqo, bi haweyê Kalşo û Virko li xwe bikin. Lê em wê jî nakin! Me da ye dû navê, Tansû, Turkan, Ahû, Mine, Aşkim, Selvîboylum, Melek, Gorgun, Bano, Alkan, Arzu, Okay û hwd! Erê, îcar wilo ye, dema ku mirov ji ber xwe û bav û kalên xwe fedî nekir, mirov wê wek serek, serok û ronakbîrên kurdên bakurê welêt her tiştê xwe bi tirkî bixurbilîne!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)