SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Him “qetil” û him “zinê” pê re kirin!

Êndamên Konseya birêz Ocalanê tam tirsonek û ewqasî jî kurddijmin, di dawiyê de xiyaneta ku qed ne bûbû û qed ne bûba di şexsiyeta Derwêşê ku hefta çûyî li Stenbolê bi kurdperweriyeke mezin rabûbû, xwe dadabû nav koma polîsên tirkên qesasên serê pîr û kal û zarokên ermenî, asûrî, kurd û temamê xelkên Rohilata Navîn, bombeyên bi xwe ve teqandibûn û bi qehremaniyeke mezin derbasî rûpelên tarîxa tekoşerên doza miletê kurd ên herî mezin bûbû, bi kurdperweran re kirin!

Bi rastî îcar ev nebû, mirov nikare ewqasî hevalfiroş û hevalkuj bibe! Dibê de were û kirasê xwe neçirîne, bi salan di nav PKKê de bi mehmetçîkan re şer bike û li ser daxwaza hin birêvebirên KCKa PKKê, xwe di bombeyan de rapêçîne, canê xwe bi bombeyan ji hev belav bike û di dawiyê de ew birêvebir jî, wê beyanên ku ew kes ne ji me ye bidin û kiryara wî a bêhempa protesto bikin! Bi kurdî navê eva ku Konseyê di şexsê kurdê herî qehreman Derwêşê wanî de di kurdan de kiriye, ”qetil” û “zinê” ye. Him bide kujtin û him jî wêqas keda wî a kurdayetiyê binpê bike! Wilo çilo ye? wilo hevalfiroşî û xiyanet e!

Êdî divê em bi dengê herî bilind bibêjin ku bi rastî jî birêvebiriya KCKê, tam ketiye nava xiyanetê. Birêvebirên KCKê û birêz Ocalanê kurdxayin û rayedarên dewleta tirkan mîna Ezîz Belayê Mêrdînî bi kurdan re dilîzin. Birêvebir bi haweyê ku ”heger rayedar dixwazin pirsa kurdî safî bikin, pêşî divê Ocalan himber bibînin, pê re bidin û bistînin û Aysel Tuglukê bi darî wî bixînin.” Û a duduyan jî divê ”baraja hilbijarê ji 10an daxînin 6-7an.”

Ê yanî çi? Çî van daxwazan û safîkirina doza kurdî bi hev re heye?

Rayedarên dewletê çawa ku mezinahiya Ocalanê ji koza xwe, bi haweyê ku ji koza kurdan e heşkere heşkere û Aysel Tugluk jî wek berdevka wî qebûl kirin, wê di hilbijartinan de lûlikê bendavê jî daxîne kerta herî jêr. Ê daxist yanî çi? Hema KCKê 50 û heta 100 parlamenter jî şandin parlamentoya tirkan wê bibe çi, hi? Tirkên ku bi salan parlamenterên kurdan ên wek Leyla Zanayê di girtîgehan de pîr kirin, 20-30 şaredarên ku di hilbijartinan de bi kurdî peyivîbûn girtin û hakimên wan li pêş çavên temamê dinyayê ji bo ku şaredar bi kurdî peyivîbûn cezayên giran li wan birîn, û dibirin, dîsa wê wek xwe bikin.

Birêvebirên KCKê û rayedarên dewletê li himberî kurdan bi konebaziyeke mezin rabûne! Gelo kîjan kurdê ku bi guhê xwe nan nexwaribe, nizane ku ji bilî du tiştên kurdî her tiştê kurdan bi ê tirkî û tirkan re hiliyaye û kurd û tirk bûne wek hev. Yek erdnîgariya Kurdistanê , dudu zimanê kurdî. Û tirkan jî her tim agir li van herdu tiştan barandiye…

Bi kurtî, navê çareseriyê çi dibe bila bibe, heta ku şertê pêşî ne resmiyeta zimanê kurdî û avakirina xwendegehên kurdî û nasandina têgeha Kurdistanê be, wekî din hemû tiştên din pûç û vala ne. Tiştê ku kurdan li ser lingan dihêle bi tenê hew ziman û navê welatê wan maye; û ew jî wê ne di nav bazara pêşî de bin ha! Kurd bi 50-60 parlamenterên ku wê KCK bişîne parlamentoya tirkan, bidestxistina belediyan û heta otonomiya herêmê jî li ser lingan namînin, tiştê ku kurdan bi miletî li ser lingan  dihêle bi tenê hew zimanê kurdî ye. Rê libervekirina demokrasiyê, çareseriya doza kurdî, aşitî û birayetiya bi tirkên teres re, bi qebûlkirina zimanê kurdî û vekirina xwendegehan dest pê dibe; wekî din hemû fen û fût in. Tirk bi rêya Konseya Ocalan heşkere heşkere kurdên li ser lingan bi efara bin bêjingê diçêrînin. Bi vî haweyê îro çiqasî bi wir de here li fêda tirkan û xisara kurdan e; çiqasî bi wir de here kurd asîmle û di doza xwe de sistopistî dibin. Tirk baş pê dizanin ku wek îro, her tim ji kurdan re li hev nayê; dibe ku sibehê çerxa felekê di ezmanê wan de bizîvire û derba dawî li kurdan bidin. Tirk bi dû wê de ne!

Di dawiyê de dîsa ez ê bibêjim agirbesî, aşitî, demokrasî û çareseriya ku wê zimanê kurdî ne serê bazarê be û li her derê welêt xwendegehên bi kurdî venebin, pûç û vala û xapandine, ewqas!

Ez bi rêz û hirmet Derwêşê canfeda bi bîr tînim û serê xwe li himmber qehremaniya wî a bêhempa ditewînim! Bijî! Êdî aha ez niha, yan jî sibehê bimrim, qed nema xema min e. Êdî va ye di me kurdan de jî ew ên ku dikarin mehmetçîkên teres lawên teresan bi xwe re perçeperçe bikin afirîne!

Bimre havalfiroşî û xiyanet!

Bijî liberxwedan û pevçûna bi zalimên tirk, ereb, faris û kurdfiroşan re!

Laleş Qaso

05 11 10

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)