SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Madem ewqasî nexweş e îcar ev çi zir kêtêbên wî ne?

Wek tê zanîn, li gora peydûkên Ocalan ji roja ku  Ocalan hatiye girtin û heta roja îro her tim nexweş e; çend lebatên wî ên xuyayî û nexuyayî bi hev re ariyane, zara ser mejiyê wî ji hindama derzika piştê ve hinekî qeşitiye û elem tam daweriviye hindurê movika ku zîlana stû radigire û wan deran bi carekê ve silûk kiriye.

Îcar ma bi tenê hew ev! ji wê rojê ve mehmetçîk hema hema her roj bi lêdanê wî mîna hejîrê dinermijînin û bi ser de jî her ji çendeyekî cenabê wî divêjin zindanê. Û gelek gelek zilma din.

 Baş e dipirsim, madem cenabê serok ewqasî nexweş û di cihê teng de ye, îcar ew çi zir kitêbên ku nivîsandine û habela dinivîsînî? Mirovê nexweş bi wê zir ecêbê çawa kare binivîsînî! Ji bo ku mirov wanqas têgehên felsefî ên ku cenabê serok bi kar anîne bide ser hev, bi sedan kitêbên wek jêder pêwîst bûn û li ba Ocalan jî qaşo tu kitêb tunebûn.

Ew hemû li aliyekî, Ocalan ewqas wext ji ku peyde kir? Ka qaşo her ji çendeyekî desthilatdariya Imraliyê bi sebeba ku serok mîna şêr û pilingan diniriya û behra Imraliyê jî li ber nirenirên wî pêl vedida, serok diavêt hicreyê û bi hefteyan ew di wir de dihişt! Îcar hicre jî reş û tarî bû û serok jî di nav wê reşayê de dinivîsand, ha!!

Eeeehewww li van derewîn, virek,  bêbext, solalês, xwefiroş û kudrfiroşên ku xwe li her derê me rapêçane!

Nûçe

Şirove

3 Responses to “Madem ewqasî nexweş e îcar ev çi zir kêtêbên wî ne?”

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)