SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Vê pêlê hema çi bêjin û çi bikin em ê dengê xwe nekin!

Vê pêlê hema çi bêjin û çi bikin divê em dengê xwe nekin, da dev ji biryar û kiryarên zimanê kurdî ku bêhemdî xwe rahijtibûnê bernedin. Li gora xeberên ku ji malpera rasterast re hatine şandin, biryar û kiryarên KCKê û BDPê ên di derbarê zimanê kurdî de heta ku kurd tiştekî ber bi çav bi dest nexin wê bidomin. Îcar ji ber wê yekê me jî biryara ku hema bila çendeyekî karê me jî bi tenê hew çepik û pesinandina birêvebirên BDPê be.

Em bi xwe bahwer nakin ku Konseya KCKê li ser a xwe bimîne û xelkê me her ji bo bi destxistina xwendegehan derxîne kolanan. Lê em behwer nekin jî, hema gotineke xweş e, em ê  bi wan re bitewirînin bê ka çi jê derdikeve!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)