SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Ew bûne hestiyê pişta dewleta Iraqê!

Barzanî û telbaniyên ku ew bi xwe dibêjin “heger ne ji me baya dewleta Iraqa îro saz ne dibû; bi qeweta me û hêza pêşmergeyên me ev desthilatdariya îro pêk hatiye…”, careke din Iraqa ku wê di nav lapûşkên ereb, faris, ewrupî û emerîkiyan de ji hev bihata çilvirandin, bi destê barzanî û telebaniyan xelas bû.

Barzanî û telebaniyên ku li dijî kurdên bakurê welêt bi tirkan û li dijî kurdên rohilatê welêt jî bi farisan re digevizin û başûrê Kurdistanê kirine mêrga tirkan, bi rastî jî li himberî avakirina dewleteke kurdî bûne kelmên mezin. Him ma ne Celal Telebanî bi xwe dibêje ku dewleteke kurdî xeyalî ye, û kurdên bakurê welêt divê dev ji gotin motinkên dewletî berdin û bi demokrasiya tirkan bijîn!

Îcar heta ku kurd li xerabkirina dewleta tirkan, faris û dewletên temamê ereban nefikirin û bi haweyên konebazî dijminahiya wan nekin, wê Kurdistan nebe dewlet û kurd bi sernekevin! Bi kurtî, azadî û serxwebûna miletê kurd di têkbirin, yan jî ji derbxistina dewleta Iraqê, Îran û Tirkiyê de ye. Tirk, ereb û faris bi qasî ku qels bibin kurd jî wê bikaribin ewqasî  xurt bibin. Dijminê mirov çiqasî piçûk bibe, mirov jî wê ewqasî mezin bibe, û ev yeka han ne bi tenê li Rohilata Navîn, li Lher derê dinyayê wilo ye, ewqas!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)