SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Mizgeft temam, man kerxane!

Rayedarên dewleta tirkên tam misilman, vê carê jî bi haweyekî pir vekirî li qelemê dan ku heger ne bi metodên islamê be ew ê nikaribin kurdan ji rê derxin û wan asîmle bikin. Me bi islama tirk. ereb û farisan dizanîbû ku ew ji bo mirovan û bi taybetî jî ji bo ku kurdan ji rê derxe û wan ji xwe re biçêrîne heye, lê me bi vê ecêba kesnedîtî nizanîbû!

Rayedar ji bo avakirina 1362 mizgeftan li bakurê Kurdistanê, 50 milyon TL tirkî derbasî xezîneya Serokê Karê Diyaneta xwe kirin. 50 milyon TL 27 milyon euro tiştekî wilo dike. Heta vir temam, lê ka perên ji bo avakirina kerxaneyan îcar? Li kêleka her mizgeftê, mîna mizgefta li Tebecika bajarê Izmîr û Karakoya bajarê Stenbola ku hema bi wan ve, bar û pavyon û ew kerxaneyên meşhûr ava bûbûn, li Kurdistanê û bi taybetî jî li Diyarbekir û Wanê divê ew kerxane ava bibin; ava bibin da heq û heqaniyet cihê xwe bigre û el ebd, el beşer û el quzelqurtê kurd di nav bereketa ku ji Cenetulmawa bi ser dinyayê de dixurbilî de bimîne!

Erê, ma qey hew tirk bi tenê dikarin hema piştî lemyelid welem yûled û sedeqellahulezîmên mizgeftan ber bi kerxaneyan de birevin; û piştî bêhnvedana li kerxaneyan vê carê jî ji vir û wir bidizin û destê xwe di xwîna vî û wî de bidin. Bêhewedarî, pêxwas, qeprax, qewad û gewendeyên li Tirkiyê hema hema hemû jî kurd in. Û li tu derê dinyayê tu welat bi pêxwas, qeprax, qewad û gewendeyan jî ava ne bûne! Ê naxwe çi, çima hûn 30-40 milyonekî jî ji bo kerxaneyan ranazînin, ho rayedarên tirkên tam misilman? De qey hîn roja wê nehatiye, heta ku kurd ev xerabe bin û bi tirkî bijîn, wê dora wê jî bê, ewqas!

Jêdera ku rayedarên tirkan bi mizgeftan dixwazin çi bikin ji kurdan bi trkî ye:

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)