SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Bav û kalan bi derewan ne gotine: ”Ku mela tirê bike cemaet jî wê bi xwe de berde!”

Heger ne ji dan û stendinên birêvebirên BDPê ên bi serok û serekên partiya tirkan a herî lewitî CHPê re bana, serokê baroya Diyarbekirê ê berê Sezgîn Tanrikulu jî wê bi dilpijokî behsa serokê CHPê Kilicdaroglu ne kiriba û newqa xwe ji qolana partiya wî a herî kurdqesas re venekiribaya!

 Bi rastî jî endamên Konseya KCKa PKKê  serekên BDPê di destên xwe de vircoqî kirine…

Îcar hema wilo yekser em ê bibêjin ku heger birêvebirên Konseyê û BDPê hinekî kurdperwerbana, wê tu carî çavên xwe ji CHPa ku li Kurdistanê têçûyî re nequrmiçandana. Ji bo doza miletê kurd serketineke pir mezin e ku partiyên tirkan, ereb û farisan li Kurdistanê winda bibin û kurd di partiyên xwe ên kurdî de cih bigrin, niha ewqas!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)