SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Pêşî ji meqam, pişt re pîskirin, pişt re zindan û pişt re jî kujtin!!

Osmanê ku me ew di tayê mîrê Botan de bi nav dikir, di van çend salên dawiyê de bi hemû haweyî hatibû naskirin bê mirovekî çendî kurdperwer, jêhatî û siyasetgerekî temam bû. Lêbelê mixabin birêvebirên Konseya birêz Ocalanê hevalxayin, hevalkuj û ewqasî jî tirsonek li wî jî dan qolik!

Ev wilo ne, bi telaqên jinberdanê sûnd xwarine ku çi dibe bila bibe, divê zilamekî bi du qurûş û nîvan  be jî nebe mezinê xelkê kurd! Hema carekê xeyala xwe bidin serokê BDPa wan. Gelo bi rastî seroketiya BDPê li Mehmûd Alinakê têgihiştî, zimanzan, bi rîh û simbêl û navser, yan li xortikekî xav wek Silhedîn Demirtaş dixwar?

Erê ev wilo ne, ji wê sala ku Ocalanê qesasê serê kurdên herî bi namûs ên wek Orhan Aydin, Bihemed Şener û Dîlawer Yildirim, li Newala Bekayê bi navê “Konferansa Zindanê” giregirên PKKê bi carekê ve xesandin, hema hema li her meqamê PKKê ê bilind mirovekî xerabe jî da rûniştandin. Û wilo dewam kir; û hîn jî dewam dike. Ha berî ez ji bîr bikim, yek ji wan ên xerabe li Zindana Diyarbekirê jî kiribûn mezin çend sed girtiyekî. Îcar mêrik dema ku gazî girtiyan dikir, destê xwe li wan dihejand, dilewliqand, diqîrand, difîkand, dikwîtan û gazî wan dikir. Di dawiyê de me lê kola bê vî çima wilo gazî me dikir. Mêrik rîha xwe li ber pez û dewaran sipî kiribû, yanî ji şivantî û gavantiyê pê ve tu kar ne kiribû. Mafir heta ku me ew ji meqêm kir, çavên me derketin!

Heyf e ku Mîr Osmanê gelparêz ji meqam bibe, dû re bi gotin motinkên wek bertîlxwirî, malxwirî û dizî miziyê bê pîskirin, dû re bê girtin û dû re jî wek Hikmet Fîdanê omerî bi destê ”hevalan” bê kujtin! Bimre bêşexsiyetî! Bijî şexsiyet! Hema nalet li hevaltiya wilo be û hew!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)