SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Dîsa henekên xwe bi me hemiyan kirin!!

Heger bê bîra me hemiyan, bê bîra me hemiyan dibêjim ji ber ku hema hema em hemû jî di destê mehmetçîkan û apoyiyan de cinoyî, şevreşkî, sîrqûnî û pivikî bûne, endamên Konseya birêz Ocalanê hevalkuj û dozfiroş çendeyek berê ji bo bidestxistina xwendegehên kurdî dîsa em hemû rakiribûn ser tapanan û bi telaqên jinberdanê û serê Ocalan sûnd xwaribûn ku heta kurd nebana xwedî xwendegeh û filan û bêvan wê xelkê xwe ji sikakan venekişandana û me ê di bin sereketiya wan de qiyamet bi serê dewlata tirkan de bianiya!

Lê mixabin, dîsa wek dîsa piştî ku mehmetçîkan dê û jinên kurdan li vir û wir dan nav lingan û namûsa wan anîn pênc pereyan, Konseyê bi haweyê ne bi mino û ne bi teyo fiskiland xwe û xelkê kurd bêhis û pis ji sikakan vekişand.

Erê ev wilo ne, yanî mîna Ezîz Belayê Mêrdînî ne: Ew û mehmetçîk xwe radikişînin hev, piştî ku gundî tên navciya wan, îcar herdu alî her yek ji hindama xwe de li bêrîka pepûkên gundiyan dixebitin!

Howeh ku van dîsa henekê xwe bi me hemiyan kirin! Xuya ye, wê jiyana vî xelkê me ê ku mala xwe di ber PKKê de viritandiye wek reqreqa nikilên hechecîkê bi şeq û peq û çeq û reqê derbas bibe!

Bimre rev û teslîmiyet! Bimre xiyanet! Bimre henekpêkirina bi xelkê kurd re!

Pevçûn! Azadî û serxwebûna miletê kurd û bi serketina insaniyetê di bombekirina Tirkiyê û kujtina mehmetçîkan de ye! Bi mehmetçîkên teres re heta bi mirinê pevçûn! Xwîn bi xwînê!

Pevçûn!

Kurdo, ma ne hey tiştekî ku tu winda bikî nemaye. Ma ji vê bêşerefiyê mezintir bêşerfî ma ye ku navê kûçikan heye û navê te hîn jî tuneye!

Ma ji vê rezîltiyê mezintir rezîltî ma ye ku tirk xwedî parlamento, dezgeh û arteş e û hîn jî qereqoleke te tuneye!

Ma ji vê kûçkaniyê mezintir kûçkanî ma ye ku zarokên tirkan xwedî xwendegeh, unîversîte, zanîngeh û herwekî din; û zarokên te jî wilo mîna parsekan bê tiştikek!

Ma ji vê bênamûsiyê mezintir bênamûsî ma ye ku çi gava polîs û eskerên tirkên barbar dixwazin dikarin li pêş çavên te dest biavêjin dê û keç û jina te!

Ma ji vê zilmê mezintir zilm ma ye ku tirk nahêlin tu di mizgeftên xwe de jî bi kurdî îbadeta xwe bikî û li ser miriyên xwe mûlidan bidî!

Ma ji vê çavsoriyê mezintir çavsorî ma ye ku tu li ser kêla keç û lawên xwe roja çêbûn û mirina wan bi kurdî dinivîsînî û mehmetçîk jî bi ser wan kêlan de dimîzin û wan perçe perçe dikin!

Ma ji vê wehşetê mezintir wehşet ma ye ku dest diavêjin heta bi keç û lawên te ên kujtî û bi kêr û qezetoran kelaxê wan zîvar zîvarî dikin!

Îcar de ka bêje, tu heyî yanî çi! Bila tu bimrî! Bila tu tunebî! Bila ew dinyaya ku ez û tu û em kurd hemû tê de wek jina tirk û ereb û farisan dijîn bi bombeyên herî mezin hilweşe! Lê bixebite, atomê bi dest bixe û çavên xwe negire û biavêje wan; da ev dinyaya ku bi miletî li me kirine tara bêjingê û hêsîrî wek pişka ezel li eniya me dane ji tu kesî re nemîne! Te ne insan, te ne heywan, te ne mexlûq, te wek sola xwe dibînin! Îcar tu ji bo çi heyî, hi! Bimre!

Pevçûn! 

Erê bila sûnda me dîsa ew sûnd be! Sûnda Zindana Diyarbekira ku mehmetçîkên teres lawên teresan em bi saxî dişewitandin! Aha vê sûndê ne carekê, hezar carî bixwe: Heçê ji vê dozê, pevçûn û liberxwedana wê a ji hew bêhtir bi rûmet bireve û bi qasî ku hema qîrekê di tirkên zalim de bifirîne û zixurekî di dewleta wan de werbike û neke, diya wî jina wî be û hew!

Pevçûn, bi teslîmiyetê re pevçûn, bi xiyanetê re pevçûn û bi tirkan re heta bi mirinê pevçûn!! Xwîn bi xwînê!

Laleş Qaso

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)