SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Bi parlamentera me a xweşik nakeve ku hêkavêjan biparêze!

Wek tê zanîn, çendeyeke ku li Tirkiyê xwendekarên unîversîteyan, tam bi haweyê tirkî bi doza demokrasiyê rabûne û bêyî ku vî û wî û wê ji hev bifesilînin, ketûber hema her parlamenterên ku li unîversîteyan dibînin bi hêkan radikişin ser wan. Û parlamentera me a BDPê Alya xanima batmanî jî, wê tiredîniya xwendekaran di rengê dengvedana demokrasiyê de bi nav dike û xwendekarên hêkavêjan diparêze. Tew bi ser de jî beyanan dide masmedyayê!

 Bi rastî carina mirov qed di aqilê hin BDPiyan de nagihê: Mirov bi paraztina zihniyeta ku ”kî çi di dijminên min de bike qenc û xwş dike”, bilind û mezin nabe! Helbet, bi sebeba piçûkkirin û pîskirinê, mirov hêk û xiyar û bacan macanan di hin kesên payebilind de werdike, lê ne wek a ku xwendekarên unîversîteyên tirkan bi xwe ve girtine; wan hêkavêjî wek kar dane ber xwe. Li tu derê dinyayê milama demokrasiyê bi avêtina hêk mêkan ne hatiye ser zimên. Bi kurtî, xwendekarên tirkên hêkavêj piçûk in, û mirov jî divê xwe bi wan re piçûk neke, ewqas!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)