SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Nikarin bi polîsan dibezin bekçiyan!

Birêvebirên KCKa PKKê di wextekî nêzîk de dikarin hin ronakbîrên me ên ku reng û dengê qelema xwe, hinekî, yan jî tam firotine TRT6ê bidin kujtin. Di vê derbarê de beyana birêvebiran a bi tirkî ku di rojnameya xwe a herî lewitî Ozgur Politîkayê de weşandine, pir dijwar e. Agir ji devê wan dire! Li gora rivîna agirê rojnameya wan a tirkayetiya Başhilqeras, hema her bêhnik dikarin derbekê li hinekan bixin.

Îcar bi rastî jî îro bi hemû haweyî hatiye xuyakirin ku rayedarên AKPê û temamê dewleta tirkan, bi yekdevî a xwe kirine yek û TRT6 bi sebeba ku kurdan ji ber hev bixin, wan bi tiştikên piçûk bidin mijûlkirin, per û baskên PKKê bikurisînin, doza kurdî bi qasî ku karibin li paş bixin, ji bo ku kurdan tam întegreyî xwe bikin, ji bo ku kurd bi nasnameya xwe derbasî qanûna bingehîn nebin û hwd, hatiye vekirin.

Û bi rastî jî di vî warî de rayedarên AKPê bi alîkariya hin ronakbîrên me ên ku bi çavên ”ez û ma ez” li xwe dinerin, hinekî bi serketin. Mirov dikare bibêje ku heger ronakbîrên me ên di TRT6ê de piçekî giran bana, li mala xwe rûniştana bê ka heta çi ji dolaba tirkan derdiket, ewrupî jî belkî ewqasî bi vê cambaziya rayedarên AKPê a ji bo ”çareseriya pirsa kurdî” nexapiyabana. Ronakbîrên me heta derekê bûne sebebê wan xap û xîpan, û heta hinekî jî bûne sebebê ku tirk bi cesaret tevbigerin û tiştikekî kurdî nexin kitêb û defterên qanûnan.

 Îcar dema mirov bi vî haweyê ku me rave kir li meselê nerî, helbet birêvebirên KCKa PKKa ku qenc-xerab, kurd bi miletî gihande derekê, kirasê xwe biçirînin jî heqê wan e. Lê ne heqê wan e ku wan bidin kujtin, ewqas!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)