SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Bi serketina zimanê kurdî di qedexekirina tirkî, û azadiya miletê kurd jî di bombekirina Tirkiyê de ye!

Bi van çend rojên dawiyê be jî, careke din pir heşkere bûye ku bi rastî jî birêvebirên KCKa PKKê kurdan bi tiştik miştikên pûç û vala mijûl dikin. Ew birêvebirên ku ji her kesî bêhtir tirkan nas dikin, baş pê dizanin ku heger ne bi darê zorê û devê tivingê be, tirk tu carî wê tiştekî kurdî qebûl nekin. Ew baş pê dizanin ku heta devê tirkan nekeve nav pîsiyê wê tirk tu carî rê nedin xwendegehên kurdî û herwekî din. Îcar dema ku tirk her wê ev zalim bin, û çi wextê ku bi vî haweyê îro derbas bibe li fêda tirkan be û kurd her asîmle bibin, wî çaxî jî çi qewet di van birêvebirên ku xiyanet bi miletê kurd re kirine û temamê kurdan de hebe, divê bi kar bînin.

Erê, heger bi vê liberxwedana wan a mirdalî biçe, wê parlamenterên BDPê û çend reyisên belediyên wan ên ku mane jî bigrin! Mêrê misilman ji devê tivingê fêhm dike; îcar ku ew misilman tirk, ereb û faris be wî çaxî jî mirov divê ne bi tenê bi devê tivêngê, bi tenq û top û silehên herî bi xov êrîşî ser wan bike. Li me pir bû dereng! Pevçûn!

Pevçûn!

Kurdo, ma ne hey tiştekî ku tu winda bikî nemaye. Ma ji vê bêşerefiyê mezintir bêşerfî ma ye ku navê kûçikan heye û navê te hîn jî tuneye!

Ma ji vê rezîltiyê mezintir rezîltî ma ye ku tirk xwedî parlamento, dezgeh û arteş e û hîn jî qereqoleke te tuneye!

Ma ji vê kûçkaniyê mezintir kûçkanî ma ye ku zarokên tirkan xwedî xwendegeh, unîversîte, zanîngeh û herwekî din; û zarokên te jî wilo mîna parsekan bê tiştikek!

Ma ji vê bênamûsiyê mezintir bênamûsî ma ye ku çi gava polîs û eskerên tirkên barbar dixwazin dikarin li pêş çavên te dest biavêjin dê û keç û jina te!

Ma ji vê zilmê mezintir zilm ma ye ku tirk nahêlin tu di mizgeftên xwe de jî bi kurdî îbadeta xwe bikî û li ser miriyên xwe mûlidan bidî!

Ma ji vê çavsoriyê mezintir çavsorî ma ye ku tu li ser kêla keç û lawên xwe roja çêbûn û mirina wan bi kurdî dinivîsînî û mehmetçîk jî bi ser wan kêlan de dimîzin û wan perçe perçe dikin!

Ma ji vê wehşetê mezintir wehşet ma ye ku dest diavêjin heta bi keç û lawên te ên kujtî û bi kêr û qezetoran kelaxê wan zîvar zîvarî dikin!

Îcar de ka bêje, tu heyî yanî çi! Bila tu bimrî! Bila tu tunebî! Bila ew dinyaya ku ez û tu û em kurd hemû tê de wek jina tirk û ereb û farisan dijîn bi bombeyên herî mezin hilweşe! Lê bixebite, atomê bi dest bixe û çavên xwe negire û biavêje wan; da ev dinyaya ku bi miletî li me kirine tara bêjingê û hêsîrî wek pişka ezel li eniya me dane ji tu kesî re nemîne! Te ne insan, te ne heywan, te ne mexlûq, te wek sola xwe dibînin! Îcar tu ji bo çi heyî, hi! Bimre!

Pevçûn! 

Erê bila sûnda me dîsa ew sûnd be! Sûnda Zindana Diyarbekira ku mehmetçîkên teres lawên teresan em bi saxî dişewitandin! Aha vê sûndê ne carekê, hezar carî bixwe: Heçê ji vê dozê, pevçûn û liberxwedana wê a ji hew bêhtir bi rûmet bireve û bi qasî ku hema qîrekê di tirkên zalim de bifirîne û zixurekî di dewleta wan de werbike û neke, diya wî jina wî be û hew!

Pevçûn, bi teslîmiyetê re pevçûn, bi xiyanetê re pevçûn û bi tirkan re heta bi mirinê pevçûn!! Xwîn bi xwînê!

Laleş Qaso

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)