SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Ehe îcar qewimî, şer û ferman e!

Bi biryara ku birêvebirên KCKê a di derbarê zimanê kurdî de çend roj berê dabûn û biryar wek sonda şeref û namûsa birêvebiran di masmedyayê de hat belavkirin, doza kurdî derbasî qonaxa pevçûn û liberxwedana asas kurdayetiyê bûye. Ev biryareke wilo bi rûmet e ku ji îro pê ve girtin, kujtin û talankirina her kurdî êdî wê nema ji bo Ocalan û PKKê, ji bo doza miletê kurd be!

Îcar heger bi rastî birêvebir dîsa henekên xwe bi kurdan nekin û tifa xwe nealêsin, li Tirkiyê û Kurdistanê û li her welatên ku tirk û kurd lê dijîn, wê sêl bisincire, tirk mîna gur û kûçikan har bibin û êrîşî kurdan bikin. Û bi wê yeka han jî wê nasyonalîzma kurdî xurt bibe, kurd xwe bidin ser hev û mîna qertelan di tirkên teres re derbas bibin!

Bijî liberxwedan û şer û pevçûna bi tirk, ereb û farisên qesasê serê pîr û kal û zarokên kurdan, ermenî û asûriyan!

Heyf! Heyf! Heyf! Xwîn bi xwînê!

Pevçûn!

Kurdo, ma ne hey tiştekî ku tu winda bikî nemaye. Ma ji vê bêşerefiyê mezintir bêşerfî ma ye ku navê kûçikan heye û navê te hîn jî tuneye!

Ma ji vê rezîltiyê mezintir rezîltî ma ye ku tirk xwedî parlamento, dezgeh û arteş e û hîn jî qereqoleke te tuneye!

Ma ji vê kûçkaniyê mezintir kûçkanî ma ye ku zarokên tirkan xwedî xwendegeh, unîversîte, zanîngeh û herwekî din; û zarokên te jî wilo mîna parsekan bê tiştikek!

Ma ji vê bênamûsiyê mezintir bênamûsî ma ye ku çi gava polîs û eskerên tirkên barbar dixwazin dikarin li pêş çavên te dest biavêjin dê û keç û jina te!

Ma ji vê zilmê mezintir zilm ma ye ku tirk nahêlin tu di mizgeftên xwe de jî bi kurdî îbadeta xwe bikî û li ser miriyên xwe mûlidan bidî!

Ma ji vê çavsoriyê mezintir çavsorî ma ye ku tu li ser kêla keç û lawên xwe roja çêbûn û mirina wan bi kurdî dinivîsînî û mehmetçîk jî bi ser wan kêlan de dimîzin û wan perçe perçe dikin!

Ma ji vê wehşetê mezintir wehşet ma ye ku dest diavêjin heta bi keç û lawên te ên kujtî û bi kêr û qezetoran kelaxê wan zîvar zîvarî dikin!

Îcar de ka bêje, tu heyî yanî çi! Bila tu bimrî! Bila tu tunebî! Bila ew dinyaya ku ez û tu û em kurd hemû tê de wek jina tirk û ereb û farisan dijîn bi bombeyên herî mezin hilweşe! Lê bixebite, atomê bi dest bixe û çavên xwe negire û biavêje wan; da ev dinyaya ku bi miletî li me kirine tara bêjingê û hêsîrî wek pişka ezel li eniya me dane ji tu kesî re nemîne! Te ne insan, te ne heywan, te ne mexlûq, te wek sola xwe dibînin! Îcar tu ji bo çi heyî, hi! Bimre!

Pevçûn! 

Erê bila sûnda me dîsa ew sûnd be! Sûnda Zindana Diyarbekira ku mehmetçîkên teres lawên teresan em bi saxî dişewitandin! Eha vê sûndê ne carekê, hezar carî bixwe: Heçê ji vê dozê, pevçûn û liberxwedana wê a ji hew bêhtir bi rûmet bireve û bi qasî ku hema qîrekê di tirkên zalim de bifirîne û zixurekî di dewleta wan de werbike û neke, diya wî jina wî be û hew!

Pevçûn, bi teslîmiyetê re pevçûn, bi xiyanetê re pevçûn û bi tirkan re heta bi mirinê pevçûn!! Xwîn bi xwînê!

Laleş Qaso

Nûçe

Şirove

One Response to “Ehe îcar qewimî, şer û ferman e!”

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)