SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Dijminê kurmênc û kurmanciyê îro diçe Enqerê!

Celal Telebaniyê ku nefretê ji kurmênc û kurmanciyê dike û li Sûriyê li dijî kurdan bi ereban, li Îranê bi farisan û li Tirkiyê jî bi tirkan re her tim tevgeriyaye, îro diçe Enqerê.

Kurmanc hemû divê baş bizanibin ku çûna wî a Enqerê wê ne li xêra wan be; wê ne li xêra wan be ji ber ku her gava bi tirkan re rûniştiye tu carî tiştekî li xêrê ji bo wan negotiye.

Îcar wilo ye, heta ku kurdên bakurê welêt rû bidin Telebanî û birêvebirên partiya wî YNKê, wê ew jî hevalbendên tirkan, ereb û farisan bimînin û kurmanciya wan jî her û her li başûrê Kurdistanê wek zimanê sikakê, derboqa, erbane, stran û miranan û qereçî û mitirban be. Û hew!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)