SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Ku birêvebirên PKKê û BDPê li ser gotina xwe bimînin!!…

Heger birêvebirên PKKê û BDPê li ser gotina xwe a ku gotibûn ”bêqeyd û şert, bihayê wê çi dibe bila bibe ji niha û pê ve wê zimanê kurdî li her deverê bê bi karanîn”, bimînin, kurd jî bi miletî wê xwe bidin ser tewê wan û PKK û BDP ji hew bêhtir bi hêz bibin!

A ku birêvebir pê rabûne stratejîyeke wilo payebilinde ku heta bi kurdên herî bêxîret jî bêgavî liberxwedanan dike û bê lam û cîm yekitiya kurdan pêk tîne !

Kurdên mizmizok, dexsok, rexnegir û PKK qenc-xerab jî bike dijminên PKKê, çendeyekî dengê xwe nekin, ji me re bi şîr û şekir lê hatiye. Birêvebir bi devê xwe ketinê. Îcar ji bo ku gavê bi paş de neavêjin, li ser gotina xwe bimînin û li her derê Tirkiyê, Kurdistan û dinyayê bi kurdî bipeyivin û bi kurdî tevbigerin, bêwestan em jî divê ha ha gotinên wan di bîra wan de bînin û bi hemû haweyî destekê bidin wan!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)