SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Hûn alî me nakin lê pê li me jî nekin!!

Berdoşekê rayedarên tirkên qesasê serê xelkê ermenî, asûrî, kurd û mirovahiyê Celal Telebanî, bi çûna xwe a Tirkiyê dîsa zimanê xwe dirêj kir û ji kurdên bakurê welêt re got ku daxwaza we a perwerde û fermiyeta zimanê kurmancî ne tiştekî maqûl û di cih de ye; ji bo we a baş û maqûl zimanê tirkî ye û hwd.

Telebaniyê ku barzanî jî dane dû xwe û li başûrê Kurdistanê kurmancî dûrî xwendegeh û çerxa desthilatdariyê girtiye, ji roja roj de her tim li Sûriyê li dijî kurdan bi ereban, li Îranê bi farisan û li Tirkiyê jî bi tirkan re tevgeriyaye, lê mixabin hîn jî hin ronakbîr û birêvebirên rêxistinên kurdên bakurê welêt ew korfesend nas nekirine û bi haweyekî bêfedî liv û tevgera wî a siyasî dipesinînin!

 Îcar bi rastî gelo Telebanî jî nizane ku ev zimanê di devê me de ne tirkan, ereb û farisan, Xwedê û zirûştê daye me û neheqê tu kesî ye ku vî zimanî li me qedexe bike?

Bi kurtî, kurdê ku piçek hesyet, şeref û xîret pê re mabe, wê li her derê Tirkî, Kurdistan û dinyayê bi dengê herî bilind bi kurdî bipeyive û li avakirina xwqendegehên bi kurdî bixebite! Kurd pêşî divê ji mala xwe û biguhertina nav û paşnavên xwe ên bi tirkî û erebî dest pê bikin! Nav û paşnav navdêr in û ziman jî bi navdêran heye, niha ewqas!

Nûçe

Şirove

One Response to “Hûn alî me nakin lê pê li me jî nekin!!”

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)