SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Gelo ronakbîrên kurdan dizanin ku li ba tirk û ereban navê kûçikan serbest e û navên wan jî hîn qedexe ye?

Her ji çendeyekî nabe ku em di bîra wan ronakbîrên me ên navê wan Mustafa, Murat, Hasan, Mehmet Ali, Huseyin, Suleyman, Nazli, Fatma, Ayşe û temamê birêvebirên rêxistinên kurdên bakurê welêt de neynin û nebêjin ma qey heta bi qiyametê wê navên wê bi tirkî be û hûn ê her bi tirkî bipeyivin û binivîsînin?

 Gelo hûn dizanin ku di bin tesîra deng û rengê navên we ên tirkî de çend sed hezar dê û bavan navê Mistefa, Mirad, Bihemedelî, Hesen, Hisên, Silêman, Fatim, Eyşe wek reng û dengê navên we ên pîs bi kar anîne? Helbet tirkan bi darê zorê navên me derbasî nasnameyên me ên bi tirkî kirine, lê ma tirk li Kurdistanê û Ewrupayê di malên me de ne jî ku em bi tirkî navên hev dibêjin? Ma ne tiştekî lewitî ye ku mirov kurd û nivîskarê kurd be û navê xwe jî li ser pirtûkên bi kurdî bi tirkî binivîsîne? Ma qey ew jî tirkan zor li we kiribû, hi? Asîmlasyon bi navan dest pê dike û navên ên me jî hemû ew jehr e!

 Gelo we dizanîbû gava ku mirov dixwezt li pîsî yan jî qenciyê geriyaba, pêşî diva bû mirov ji xwe û malbata xwe dest pê kiribaya?

Bi kurtî, mirovê ku hema piçekî ji ser û sekehê xwe fedî bike û bi qasî serê derziyê rêza wî ji bav û kalên wî re mabe, wê bi reng û dengê kurdî tevbigere û xwe bi hemû haweyî ji tirkî bêrî bike!

 Ha, gelo we dizanîbû ku li Ewrupa, Tirkî û heta li Ûgandayê jî navên kûçikan û heta ên ker, pisîk, tajî, hesp û mişkan jî di pirtûk û defterên dewletê de wek heywan-meywa û mexlûq serbest in û ên we û xelkê we jî wek qaşo insan minsan qedexe ye? Bi rastî êdî divê mirov piçikekî ji ber xwe fedî bike! Bibexişînin, dibe ku zarê me hinekî hişk be, lê ji ber ku ji zû de we xwe daye kultura tirkan  û xwe pê guvaştiye, em bi vî zarî bi we re dipeyivin! Hûn ew ên ku malper û rojnameyên we bi tirkî ne û ha ha hûn bi tirkî dinivîsînin û bi nivîsên we kurdî ji bîr dibe,  kurdên wek altaxên tirkan di nav me de ne, ewqas!

Pevçûn!

Kurdo, ma ne hey tiştekî ku tu winda bikî nemaye. Ma ji vê bêşerefiyê mezintir bêşerfî ma ye ku navê kûçikan heye û navê te hîn jî tuneye!

Ma ji vê rezîltiyê mezintir rezîltî ma ye ku tirk xwedî parlamento, dezgeh û arteş e û hîn jî qereqoleke te tuneye!

Ma ji vê kûçkaniyê mezintir kûçkanî ma ye ku zarokên tirkan xwedî xwendegeh, unîversîte, zanîngeh û herwekî din; û zarokên te jî wilo mîna parsekan bê tiştikek!

Ma ji vê bênamûsiyê mezintir bênamûsî ma ye ku çi gava polîs û eskerên tirkên barbar dixwazin dikarin li pêş çavên te dest biavêjin dê û keç û jina te!

Ma ji vê zilmê mezintir zilm ma ye ku tirk nahêlin tu di mizgeftên xwe de jî bi kurdî îbadeta xwe bikî û li ser miriyên xwe mûlidan bidî!

Ma ji vê çavsoriyê mezintir çavsorî ma ye ku tu li ser kêla keç û lawên xwe roja çêbûn û mirina wan bi kurdî dinivîsînî û mehmetçîk jî bi ser wan kêlan de dimîzin û wan perçe perçe dikin!

Ma ji vê wehşetê mezintir wehşet ma ye ku dest diavêjin heta bi keç û lawên te ên kujtî û bi kêr û qezetoran kelaxê wan zîvar zîvarî dikin!

Îcar de ka bêje, tu heyî yanî çi! Bila tu bimrî! Bila tu tunebî! Bila ew dinyaya ku ez û tu û em kurd hemû tê de wek jina tirk û ereb û farisan dijîn bi bombeyên herî mezin hilweşe! Lê bixebite, atomê bi dest bixe û çavên xwe negire û biavêje wan; da ev dinyaya ku bi miletî li me kirine tara bêjingê û hêsîrî wek pişka ezel li eniya me dane ji tu kesî re nemîne! Te ne insan, te ne heywan, te ne mexlûq, te wek sola xwe dibînin! Îcar tu ji bo çi heyî, hi! Bimre!

Pevçûn! 

Erê bila sûnda me dîsa ew sûnd be! Sûnda Zindana Diyarbekira ku mehmetçîkên teres lawên teresan em bi saxî dişewitandin! Eha vê sûndê ne carekê, hezar carî bixwe: Heçê ji vê dozê, pevçûn û liberxwedana wê a ji hew bêhtir bi rûmet bireve û bi qasî ku hema qîrekê di tirkên zalim de bifirîne û zixurekî di dewleta wan de werbike û neke, diya wî jina wî be û hew!

Pevçûn, bi teslîmiyetê re pevçûn, bi xiyanetê re pevçûn û bi tirkan re heta bi mirinê pevçûn!! Xwîn bi xwînê!

Laleş Qaso

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)