SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Eha ev jî kurdê salê ê herî bi şeref û namûs e!!

Li ser serê bavê şeş zarokan Xidirê mêrdînî, ji roja ku di sala 2002an de ji bo perwerdeya bi kurdî serî li waliyê Mêrdînê dabû û walî jî hema di cih de ew wek “terorîstê herî mezin” radestî polîsên xwe kiribû û heta roja îro, qîr û halan û ferman e!

Xidir piştî ku li ser terorîstiya xwendina zimanê kurdî ji girtîgehê hat berdan, mehmetçîkan dîsa jî ew rihet bernedan, bi zirt û pirtan zorî danê û her ji çendeyekî êrîş birin ser mala wî. Mafir Xidir ji destê çavsorî û zilm û zora wan mala xwe ji Kurdistanê bar kir û di rewşeke pir xizan de bi kufletê xwe ve di qorziyeke Zeytînburuna Stenbolê de ku wek xana osmaniyan dihate zanîn bi cih bû.

Lêbelê Xidir li vir jî li himberî dewleta tirkên teres teslîm nebû, bi tenê ji dest wî dihat ku zarokên xwe neşandana xwendegehên tirkan û di mala xwe de zarok bi kurdî bidana xwendin. Xidirê herî bi şeref ew kir. Lê ma wê dewletê jî dev jê berdaya qey! Dewlet vê carê jî wek milet û xelk kişiya ser û ew di qorzîbirên Stenbolê de bir û anî; geh bi şevê rêya wî birî û lê xist, geh bi polîsên xwe ên fermî û sivîl girt ser feqîrxaneya wî û kulmisk dawişandin wî zarokên wî.

Erê, Xidirê me ê ku bi barê zir miletekî rabûye, ji welatê bav û kalan dûr û di rewşeke pir xerab û bi ser de jî hema hema bi tena serê xwe, li kuç û kolanên Stenbolê ji aliyekî ve ji bo zarokên xwe ên birçî û tazî bi zik û kinc bike û ji aliyê din ve jî li himberî zilm û zora dewlet, milet û xelkê tirkên zalim bêwestan li ber xwe dide!

Rewşa dawî: Dewlet niha lê dixebite ku zarokên Xidir jê bistîne û wî bişîne bendexaneya dînan (tîmarxane) û Xidirê me ê ku xeberdana bi tirkî a di civat û malê de û xwendina zarokan jî a bi tirkî wek bêxlaqiyeke mezin dibîne, lê dixebite ku vê çavsoriya dewletê bibe ber destê  Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrupa û UNİCEFyê!

Îcar malpera www.rasterast.com jî Xidirê mêrdînî wek kurdê salê ê herî bi şeref û namûs hilbijart û xelata xwe a ku ji du hezar kron û temamê kitêbên Laleş Qaso pêk dihat ber pêyî cenabê wî ê mezin kir!

Têbinî: Em lê dixebitin ku bi haweyekî em ê çawa bikaribin vê xelatê bigihînin Xidir. Dewletê bi her haweyî dest daniye ser wî û kufletê wî! Em alîkariyê ji xendevanan dixwazin.

info@rasterast.com

Nûçe

Şirove

2 Responses to “Eha ev jî kurdê salê ê herî bi şeref û namûs e!!”

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)