SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Şerê Hizbullahê ê bi kurdan re li devê derî ye!!

Rayedarên AKPa ku bi tiştik miştikên pûç û vala wek TRT6 û gotinkên ”kurd kardeşlerimîz” kurdan diçêrînin, bi hemû haweyî xwe lê şidandine ku bi çi rengî dibe bila bibe ji sedî sed divê li Kurdistanê û Tirkiyê di hilbijartinên sala 2011an  de bi ser bikevin, da hizbullahên xwe ên di mista Fethullah Gulen de berdin pêxêla BDPê û PKKê û şerekî qut î girover li dar bixînin.

 Rayedaran, hizbullahî bi armanca ku heta piştî hilbijartinan xwe bidin ser hev û agirekî mezin li Kurdistanê dadin berdane. Rayedarên tirkên ku ji emerîkî û ingilîzan re heta bi derpî jî ji xwe kirin û emerîkî û ingilîz di fikkirina PKKê û pûçkirina BDPê de qanih ne kirin, dû re xweztin ku bi PDKê û YNKê derbeke giran li PKKê bidin û di wê de jî bi ser neketin, wê bi qozên xwe ên herî dawî Hizbullahê rabin.

Bi kurtî, kurd hema ji a niha de, bi lez û bez divê xwe bidin ser hev û kozik û çeperên xwe li himberî hizbullah û fethullahên ku wê bi şaş û cibeyên pêxember û xelîfeyan û ”mehmetçîkên eshabe” derkevin pêşberî kurdan û wan li qazoxan bidin, qewîn bikin.  Di vê derbarê de karê pêşî ku PKK bike, divê bi kurdê herî xerabe jî be li hev bê û wan bikşîne ba xwe, ewqas!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)