SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Heta ku masmedya PKKê bi tirkî be!…

Heta ku masmedya KCKa PKKê ji sê pişk û nîvan nîv pişk jê bi kurdî û ê din hemû bi tirkî be, serkêşên KCKê çi bibêjin derew e! Him ji xwe karê wan li ser fêhlbazî, xîp û xapan bi rê ve diçe. Ji xişxişê daketine xirpişê, hew vê dikin!

Gelo kî nizane ku heta mirov ji derdorê re nebe nimûne, derdor wê bi çavekî piçûk li xwe binere û xerabe tevbigere? Heta ku serkêşên KCKê û BDPê û ên wilo, masmedya xwe bi carekê ve nekin bi kurdî, wê tirk daxwaza wan a qaşo bi kurdî, cidî negrin û tiştekî bi dest wan ve bernedin! Ew pêşî divê ji xwe destpê bikin, da xelk jî ji wan bahwer bikin! Ha, divê em ji bîr nekin ku asas ên tirkî li me rast kirine, birêvebirên PKKê, PSKê û ên din in. Îcar ji ber ku PSK û ên din bi nav mane û serê qetik, şerît û werîsan ketiye destê PKKê, em jî li wir dixin! Ên me kurd in, û ji xwe fedî nakin tirkî li xelkê me rast kirine! Nalet li mezinahiya ku mirov kurd be û bi tirkî bi xelkê xwe re bipeyive bê û hew!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)