SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Îcar niha dikarin derbekê li Şivan Perwer bixin!

Şivan Perwerê ku hîn PKK tunebû û bi deng û rengê xwe ê kurdî di kolanên Enqerê de bi ser zilma tirkên teres de diqêriya, wilo xuya ye ku di dawiya dawî de wê bi destê birêvebirên PKKiyên ku tu carî nebûn kurd, bi çavên zimanê sikakê li kurdî nerîn û xwe hînî kurdî nekirin bê kujtin!

 Sûcê Şivên çi ye?

Şivan bi rayedarên tirkan re rûniştiye? Ê wê rûne! Ma Meshûd Barzanî û Celal Telebanî bi rayedarên tirkan re rûnanin? Belê. Ma Ocalan ji bo ku başçawîşekî tirk pê re rûne, qirikê li xwe naçirîne? Belê. Ma parlamenterên PKKê ên li Enqerê ji bo ku rayedarekî hikûmetê bi wan re rûne, çî xwe nadin? Hema her tiştê xwe didin. Ê naxwe çi!! Çima Şivan wê rûnenê! Ne Meshûd Barzanî û Celal Telebanî û ne jî Ocalan yek ji wan jî ji Şivan Perwer ne kurdtir û ne jî mezintir e! Ma ji vê serbilindahiyê mezintir çi heye ku hozanê miletekî bala dinyayê û dost û dijminan kişandibe ser xwe û di çavên her kesî de ewqasî mezin bûbe! Bela xwe ji Şivên vekin!

Erê çima hûn diçin eskeriya tirkan dikin, a we ne sûc e, lê yekî dema ku di televizyona tirkan de dipeyive sûc e, hi? Ma ên ku destavêtine dê û jina kurd, bi milyonan kurd kujtin û hêsîrî wek pişka ezel li eniya kurdan dan ne artêşa tirkan bû?  Waweylê, dibê dewere û krasê xwe neçirîne, yek diçe tirkan berdide ser xwe ne eybe, lê ê din ji tirkan re li zirnê dixe eyb e! Sebrî Ok hîn jî mezinê PKKê ê sisiyan e û piştî ku ji girtîgehê derket tam du salan eskerî kir. Ne bi tenê ew. Gelek hene, lê pêwîst nake em navê hemiyan bibêjin. Gelo ne bêşerefiyeke mezin e ku mirov eskeriya tirkan kiribe û bi ser de jî mezinahiyê li PKKê bike! Zilamê ku piçekî ronakbîr û îmana kurdayetiyê pê re hebe ji tirkan re eskeriyê nake! Bike, bêşeref e, bênamûs e! eha ew e xayin! Û Şivên yek ji van jî nekiriye!

Helbet di vê rewşa tevlihev de karekî vêl e ku tirkan hîn jî nasnameya kurdî qebûl ne kirine û Şivan Perwer jî lêbifikire ku di televizyonên tirkan de bistirê û programan çêbike! Bi Şivên nakeve. Mirov pê diêşe! Lê dema ku kir û got jî bila bike û bêje. Zêdeyî sîh salî ye ku Şivan bi rêya kurdan ji kurdan û tirkan û dinyayê re dibêje, hema bila çend mehekî jî vê carê bi rêya tirkan ji tirkan, kurdan û dinyayê re bibêje, wê çi biqewime hi? Hîç! Bela xwe jê vekin! Ew ji we û me û heftê sûlala me hemiyan kurdir e!

Nûçe

Şirove

One Response to “Îcar niha dikarin derbekê li Şivan Perwer bixin!”

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)