SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Heta ku PKK KCK be wê kurd jî bibin dizê şekala xwe!!

Serokwezîrê tirkan Receb Teyib Erdogan bi gotina ku heta roja îro belkî tu serek û serokên kurdan ji bo Şivan Perwer negotiye, careke din li qelemê da ku tu niyeta wî û rayedarên dewleta wî û safî kirina doza miletê kurd tuneye.

Lê binerin bê serokwezîr çi dibêje:

”…qutkirina dengê Şivan Perwerê ku ji kûrayiya dilê xwe bi ax û keser dibêje, ne bi tenê qutkirina dengê kurdan, qutkirina dengê mirovahiyê hemî ye jî…”

Rayedarên tirkan bi haweyekî pir vekirî bi dû ketine ku bi çi hawyî dibe bila bibe kurdên xuyayî bikşînin ba xwe, kurdan berdin pêxêla hev, bi çêr û nêçîrê bimeşînin heta ku çerxa felekê di ezmanê wan de bigere, ji wan re li hev bê, dinya çavên xwe mîna ku dewleta Srîlankayê qetilama bi serê xelkê tamîlî de anî bigre, û ew jî derba herî dawî li kurdan bidin.

De ji xwe re li vê ecêbê binerin! Serokwezîrê dewleta ku bi milyonan kurd kujtine û hêsîrî wek pişka ezel li eniya kurdên mayî dane, di parlamenotyê de dikare straneke Şivên bi gotin bibêje, bi tirkî tefsîr bike û wî wek ê herî mezin bide xuyakirin!

Baş e, heger ev ne fen be, ev çi ben e; madem Şivan ji bo zilma ku bi destê tirkan bi serê kurdan de hatiye dibêje, wî çaxî jî pêşî divê ew zilm ji ser kurdan rabe, da dilê Şivên ji wê xwîn û elemê dawerive û vê carê jî Şivan bi çargavê ber bi tirkan û TRT6a wan de bibeze!

Erê, heta ku navê PKKê KCK, ARGK HPGK û tiştik miştikên wilo bi tirkî pîs bin, heta ku  nivîskar, birêvebir û serek merekên wan û BDPê bi tirkî tevbigerin, heta ku bi tirkî bi zarokên xwe re bipeyivin, heta ku li her derê welêt kurdî li kurdan rast nebe, heta ku navbereke mezin nekeve nav kurd û tirkan, heta ku parlamenterên BDPê li Diyarbekirê bi cih nebin û hwd. wê rayedarên tirkan jî bi kirîn û firotinê bi dû kurdên payebilind bikevin, wan ji ber hev bixin û di qirêja binê zemanan de biguvêşin, ewqas!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)