SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Ew ”kurdperwer” e, wî bi çepik û camcamkan dibin û Ocalan jî ”ajan” bû bi devê tivingê birin Tirkiyê!

Birêz Kemal Burkayê ku ji wê roja ji cîgiriya qeymeqamtiya xwe bû, wek serek û serok dest bi doza kurdî kir û heta roja îro bi siyaseta mîna eskerê ku ji îzbatan direviya rabû û doz meşand, niha li Stockholmê bi haweyekî bêsebir li bendî hilbijartinên parlamentoya tirkan sekiniye, da AKPa ku bi rêya telefon û kovarên magazinî destê xwe di ser serê wî de dibe û tine careke din bibe hikûmet û ew jî biçe Tirkiyê. Kemêl bi devê xwe di TRT6a ku bi dilpijokî car care tê de dipeyive de got.

 Kî dizane belkî bi vê çûnê ew jî mîna hin hevalên xwe ên dem û deweranên lihevgeryayî, vê carê jî di TRT6ê de bi sereketiya programên bê çawa kurd ji asîmlasyonê xelas bibin rabe!

Bi kurtî, gelo bala we xwendevanan jî nekişandiye?

Wilo: Tirk, Kemal Burkayê ku xwe wek kurdê herî mezin û Ocalan jî kurdê herî lewitî bi nav dikir, li ser Ocalan kitêba bê Ocalan kurdekî çiqasî ajanê tirkan bû nivîsand û heta roja îro jî bêwestan Ocalan wek ajanê herî xerab kebirand, bi çepik û camcamkan dibin û Ocalan jî bi kotekî û darê zorê birin! Wilo çilo ajantî û kurdayetî ye!! Tirk ajanê xwe bi devê tivingê û kurdê me jî bi reqs û govendê dibin mala xwe! Wilo çilo ye? wilo tiştekî ku berî her kesî Burkay bi xwe divê kurdayetî û jantiya Ocalan di ber çavan re derbas bike û di vê derbarê de tiştik in ku bi aqilan bikeve binivîsîne, ewqas!

Nûçe

Şirove

3 Responses to “Ew ”kurdperwer” e, wî bi çepik û camcamkan dibin û Ocalan jî ”ajan” bû bi devê tivingê birin Tirkiyê!”

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)