SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Here Ocalan, were Ocalan, ha Ocalan, hi Ocalan, hahooo!!

Bi rastî jî van birêvebir û endamên KCKê û hema her kesên girêdayên wan ji zû de ji tehmê derxistine! Wilo ji tehm derxistine ku mirov ji dinê xwe derdikeve! Mîna Atatirk û girtiyên Zindana Diyarbekirê ên salên 1980, 81, 82,83an bi serê xelkê kurd de anîne.

Di wan deman de mehmetçîkan, Atatirk li ser serê girtiyan kiribûn Xwedê û temamê geft û lepta xwe û girtiyan bi Atatirk ve girêbûn û digotin: “Ataturk ilkelerî dogrultusunda yatin, Ataturk ilkelerî dogrultusunda icin-yeyin, Ataturk ilkelerî dogrultusunda spor yapin, Ataturk ilkelerî dogrultusunda yuruyun, Ataturk ilkelerî dogrultusunda hastalanin, Ataturk ilkelerî dogrultusunda gulun, Ataturk ilkelerî dogrultusunda gulun-eylenin, Ataturk ilkelerî dogrultusunda sicin, Ataturk ilkelerî dogrultusunda  zirlayin, Ataturk ilkelerî dogrultusunda birbirinize atlayin, Ataturk ilkelerî dogrultusunda ….  Li gora destûr û rêbazên Atatirk  razên, Li gora destûr û rêbazên Atatirk bixwin û vexwin, li gora destûr û rêbazên Atatirk sporê bikin, li gora destûr û rêbazên Atatirk kêf û henekan bikin, li gora destûr û rêbazên Atatirk birîn, li gora destûr û rêbazên Atatirk bizirin, li gora destûr û rêbazên Atatirk bazdin ser hev ”û hwd.

 

Êdî bes e, bêhnekê Ocalan li dera han bihêlin û bê ka hûn ji vî xelkî re dixwazin çi bibêjin!

Êdî bes e, gava mirov şêxê herî mezin be jî ku sofi hema herin û werin û naletê li Şeytên bînin, mirov wê ji dinê xwe derkeve û bibêje wey sed rehmet li Şeytên be, bes e!

Birêz Ocalan kurdxayinekî wilo mezin e ku heger ne ji wî baya, niha PKKê devê 77 bavê tirkan çirandibaya, Tirkiyê bi bombeyên herî mezin li erdê sekinandibaya, birêvebirên dewleta tirkanê di şûna reyisên xwe ên belediyan de revandibana, bi hesabê xwîn bi xwînê bi tirkan re kiriba û ji zû de Kurdistan azad kiribaya! Haho ji destê we û vî Ocalanî!!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)