SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

”Nikarin bi kerê dibezin kurtên!”

Birêvebirên KCKa ku ji girtina Ocalan û vir ve bi haweyê Ezîz Belayê Mêrdînî bi kurdan re kirin û hêza miletê kurd di karûş û firêza tirkan de ha ha bi kar anîn, nikarin bi tirkên bêbav û teres îcar dibezin kurdên reben û bêkes. Ka qaşo kurd bi PKKê hebûn, PKKê kurd afirandibûn, PKKê deng û rengê hemdemîn dabû kurdan û Kurdistan rizgar dikir! Ma dibe ew ên ku zir miletek afirandibin xwe bikin hevalê çend kesên wek Kemal Burkay ku di hemû tiştî de winda kirine? Bi rastî ev apoyî tam misilman û bi haweyê islamê bi kurdan re dikin û dipeyivin. Islam jî ji aliyekî ve afrînerê temamê kayinatê Xwedê dibîne, û ji aliyê din ve jî wî zir Xwedayê mezin dike hevalê Ebû Cehil, Ebû Sufyan û pê ayetan li ser ên wek wan  dide nivîsandin. Mirovê bawermend, wî Xwedayê ku ev zir ezmanên bêstûn damezrandine û bi hilm û pifekê dikare zir bajarekî wek Tokyêyê di xezeba xwe de xerq bike, nake hevalê ebû cehil mehilan…

Bi kurtî, bi PKKê nakeve ku xwe bike hevalê Şivên û ên din. Ên ku qelema xwe û deng û rengê xwe xweztine bifroşin neyaran, ne bi tenê li nav kurdan, li her derê dinyayê her tim çêbûne û wê her tim jî hebin. PKK divê hêviyên mezin ji xwe bike, tiştik miştikên wilo erzan ne karê wê ne. Kar û barên wê divê li ser ku mirov wê çawa bikaribe Tirkiyê, Îranê û Sûriyê bi bombeyên herî mezin hilweşîne be.

Bi PKKê nakeve ewqasî biajo ser kesên ku li ber mêhzênên tirkan sekinîne û wan zorgayî curnê tirkan bike. Lê çi fêde, em çi bibêjin bêfêde ye. Heger birêvebirên KCKa PKKê kurdperwer in temam bûna, ji xwe ew zir hêza PKKa ku gava bixwezta dikarîbû devê 77 bavên tirkan biçiranda, bi tiştik miştikên pûç vala heba ne dikirin û xwe ne dikirin hevalên kesên ku gava barzanî xurtbûn ji barzaniyan pere, gava tirkan berê xwe da kurdan ji tirkan û ji dezgehên swêdiyan diçelpizandin. Birêvebirên KCKê ne ji me nin, ewqas!

Têbinî: Min li xwe dananî ku ez belavoka  bi navê ”Em tehdîda li ser ronakbîrên kurd protesto dikin” imze bikim. Û min ev çend rêz nivîsandin, bila xwendevan vê jî wek belavoka min qebûl bikin.

Laleş Qaso

13 03 2011

Nûçe

Şirove

One Response to “”Nikarin bi kerê dibezin kurtên!””

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)