SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Mîr Osman jî kirin ”kerterîs lambasi!”

Kesî bi qasî PKKî û apoyiyên ku ji PKKê û apoyiyan veqetiyan negotin ku heta Ocalan rêber û serokê PKKê be wê tu kes nikaribe ji zilamtiyê bipeyive û wek zilaman tevbigere. Lê mixabin çawa ku gotinan fêde nekir, wilo jî rewşa PKKî û apoyiyên ku piştî veqetandinê ji bal qebîla apoyiyan ve ketin rezaleteke çawa jî nedîtin.

Erê, Osman Baydemirê ku xwe tam li zilamtiyê girêdabû û bi bergên Mîr Bedirxan derdiket pêşberî xelkê kurd, ne bi tenê ji kesên ku di dawiyê de apoyiyan ew jî kirin dizê şekala wî. Îcar dibê de were û ji ber eva ku apoyî Osman Baydemir wek parlamenter naşînin parlamentoya tirkan kirasê xwe neçirîne û xwas nede nav stiriyan! Ma gelo kê ji wî bêhtir dikarîbû li parlamentoyê di hemû waran de bi rêz û tertîp û bi haweyê qanûnên dewletê bi pêxêla tirkan girtiba û hejandibaya? Osman ji aliyê tirkan, kurdan û ewrupiyan wek mirovekî têgihiştî, ji xwe razî û ji berxwefedîkirî dihat naskirin. Û wilo jî bû.

 Bi rastî jî apoyî bûne bela serê vî xelkî û nahêlin ku ciwanik û ciwanmêrên bi rêk û pêk ji kurdan derkevin û kurd xwe bi wan qapan bikin!

Birêvebiriya KCKa PKKê ji zû de Tûsînameke wek a ku li Japonyayê qewimîbû heq kiriye, lê ka? bi kê? Ma gelo kesekî bi du qurûşan di me de hiştine ku bikaribin serê xwe li himber zilm û çavsoriya wan rakin!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)