SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Asas ”barbar” û yamyamê herî mezin ew bi xwe ye!

Kî dizane, belkî ev cara pêşî ye ku dewletên emperyalîzt bi karekî mirovane radibin û dinyayê bi ser serê yamyamekî wek Qeddafî de diherifînin!

Mirov pêşî ji birêvebira BDPê Kişanaka ku di xeberdana xwe a Newroza Diyarbekirê de Qedafî diparazt bipirse, ma ji vê teresiyê mezintir teresî heye ku mirov bi balafir, tenq û topan  êrîşî xelkê xwe ê ku ji bona bidestxistina piçek azadiyê li kolanan diqêriyan, dike?

Ma gelo çi ferqa eva ku mehmetçîk êrîşî xelkê kurd û Qedafî jî êrîşî ser xelkê xwe dike heye?

Zilm li her derê zilm e! Qedafî zalimekî ewqasî lewitî û dijminê miletê kurd bû  ku di daliqandina Seddêm de li Libyayê çar rojan şîn ilan kir û li ser termê wî zalimî ha ha quran xwend û mûlid dan! Û ên me jî lêdana Qeddafî bi xwe nexweştînin!

Piştî vê Newroza ku li Diyarbekirê Osman Baydemir sê-çar deqîqeyekî peyivî û xwe kir qerpalê bin lingên birêz Ocalanê herî kurdxayin û ewqasî jî tirsonek, careke din xuya bû ku hata kurd bi haweyekî xwe ji konseya KCK kurdfiroş safî nekin, zilamekî bi pênc qirûşan wê di me de nemîne û em ê bi miletî her her û her wek jina tirkan bimînin, bihilin û herin û hey herin!

Howeh li vê ecêbê ku kurd bi milyonan xwe berdidin kolanan, êgir li tirkên qesasê serê kurdan, ermenî, asûrî û mirovahiyê dibarînin û Ocalan û birêvebirên Konseya wî jî wî agirî wek hewrên baranê bi ser Tirkiyê de dixurbilînin! Li tu derê dinyayê bi haweyê kurdan bi milyonan kesî xwe bernedane kuç û kolanan, geft li dijminên xwe nexwarine û birêvebiriya wan jî ew di bin dijminan de nefisikandine!

Erê, birêvebiriya KCKê bûye bela serê miletê kurd û hew!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)