SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Artêşa tirk îlana qirkirina kurdan û mirovahiyê ye!

Bi meşa girikê be jî doza miletê kurd, di bin navê KCKa PKKa ku gêra sitiriyan bi xelkê kurd re dike dimeşe. Û ew yeka han jî ji nebûn û tunebûnê çêtir e. Doza kurd bi şens e ku Kurdistan welatekî mezin û kurd jî pir in. Kurd bi qasî ku li aliyekî bi sed hezaran bibin cehşên tirkan, faris û ereban û li aliyê din jî bi milyonan êrîşî wan bikin pir in. Ma bi tenê hew cehşitî, piraniya gewende, qeprax, pêxwas û mafya wan jî ji me ne. Bêşerefê, bi şeref, kurdxayin û kurdperwerên herî mezin jî em in. Em ewqasî pir in, em têra xwe û wan û heta belkî çimekî dinyayê jî dikin. Em naqedin, em xelas nabin, em dêwê heftserî ne. Kurd xezeb e, kurd rehm e. Rohilata Navîn diranekî dinyayê ye û ew diran jî di devê kurd de ye. Serê zalimên Rohilata Navîn wê bi wî diranî biherifin. Lê ax û sed hezar carî ax ku ev zir qeweta miletê kurd di PKKê de gihaye hev û birêvebiriya PKKê jî wê zir qeweta bêhempa bi tiştik miştikên wek ez nasnama xwe, serbestkirina zimanê xwe û demokratîkkirina Tirkiyê dixwazim heba dike. Lê nafikirin ku heta kurd azad nebin wê tirk jî her tim barbar bimînin; lê nafikirin ku heta kurd jî bi qasî ku tirk, ereb û faris ji kurdan nefretê dikin kurd jî nefretê ji wan nekin û bi bombeyên herî mezin najon ser wan, wê kurd tiştekî bi dest nexînin.

Pêşketina miletê kurd bi paşketina miletê tirk, ereb û faris ve girêdayî ye. Tirk, ereb û faris bi qasî ku qels bibin, kurd jî dikarin ewqasî xurt bibin.

Bi kurtî, îcar heger hat û ev zir hêza kurdên ku di destê PKKê de gihaye hev têkeve destê kurdperwerên PKKê, bila wî çaxî jî Xwedê şahidê me û tirkên teres, welat, xelk û miletê wan be û hew! Xwîn bi xwînê, pevçûn! Heta bi mirinê bi tirkan, ereb, faris, kurdfiroş û xwefiroşan re pevçûn!

Pevçûn!

Kurdo, ma ne hey tiştekî ku tu winda bikî nemaye. Ma ji vê bêşerefiyê mezintir bêşerfî ma ye ku navê kûçikan heye û navê te hîn jî tuneye!

Ma ji vê rezîltiyê mezintir rezîltî ma ye ku tirk xwedî parlamento, dezgeh û arteş e û hîn jî qereqoleke te tuneye!

Ma ji vê kûçkaniyê mezintir kûçkanî ma ye ku zarokên tirkan xwedî xwendegeh, unîversîte, zanîngeh û herwekî din; û zarokên te jî wilo mîna parsekan bê tiştikek!

Ma ji vê bênamûsiyê mezintir bênamûsî ma ye ku çi gava polîs û eskerên tirkên barbar dixwazin dikarin li pêş çavên te dest biavêjin dê û keç û jina te!

Ma ji vê zilmê mezintir zilm ma ye ku tirk nahêlin tu di mizgeftên xwe de jî bi kurdî îbadeta xwe bikî û li ser miriyên xwe mûlidan bidî!

Ma ji vê çavsoriyê mezintir çavsorî ma ye ku tu li ser kêla keç û lawên xwe roja çêbûn û mirina wan bi kurdî dinivîsînî û mehmetçîk jî bi ser wan kêlan de dimîzin û wan perçe perçe dikin!

Ma ji vê wehşetê mezintir wehşet ma ye ku dest diavêjin heta bi keç û lawên te ên kujtî û bi kêr û qezetoran kelaxê wan zîvar zîvarî dikin!

Îcar de ka bêje, tu heyî yanî çi! Bila tu bimrî! Bila tu tunebî! Bila ew dinyaya ku ez û tu û em kurd hemû tê de wek jina tirk û ereb û farisan dijîn bi bombeyên herî mezin hilweşe! Lê bixebite, atomê bi dest bixe û çavên xwe negire û biavêje wan; da ev dinyaya ku bi miletî li me kirine tara bêjingê û hêsîrî wek pişka ezel li eniya me dane ji tu kesî re nemîne! Te ne insan, te ne heywan, te ne mexlûq, te wek sola xwe dibînin! Îcar tu ji bo çi heyî, hi! Bimre!

Pevçûn! 

Erê bila sûnda me dîsa ew sûnd be! Sûnda Zindana Diyarbekira ku mehmetçîkên teres lawên teresan em bi saxî dişewitandin! Eha vê sûndê ne carekê, hezar carî bixwe: Heçê ji vê dozê, pevçûn û liberxwedana wê a ji hew bêhtir bi rûmet bireve û bi qasî ku hema qîrekê di tirkên zalim de bifirîne û zixurekî di dewleta wan de werbike û neke, diya wî jina wî be û hew!

Pevçûn, bi teslîmiyetê re pevçûn, bi xiyanetê re pevçûn û bi tirkan re heta bi mirinê pevçûn!! Xwîn bi xwînê!

Laleş Qaso

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)