SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

HAKPARê vê carê tam wek serokê PSKê ê 20,30 salî kir!

 Pêşî divê mirov bibêje ku birêvebirên BDPa KCKa PKKê bi konebaziyeke bi serketî rabûn ku Şerafedîn Elçî xistin nav xwe û HAKPAR jî wek partî kirin şirîkê xwe ên hilbijartina kurdfiroşiya bi rêya parlamentarîzma mehmetçîkan! Lê her çi birêvebirên HAKPARA ku mîna PSKê ji tirsa PKKê tu carî siyaseteke kurdane nemeşand jî, bi sebeba ku wê di pêşerojê de ji sersermyantiya partiya xwe bikevin û di destê birêz Ocalanê pîberê tirkên teres de bibin paçik, ji wê şirîkatiyê reviyan û bi tena serê xwe xweztin têkevin hilbijartinan. Heta vir temam, li gora me jî baş fikirîbûn û rast kiribûn. Birawo! Lêbelê hema bi dû çend rojekî de birêvebir vê carê jî,” ji bo selameta miletê kurd da rayên wan çarçûr nebin û gelek berpirsên BDPê têkevin parlamentoyê”, xwe ji hilbijartinan vedikişînin. Wilo çilo ye? Wilo durûtî ye. Mesele ewqasî vekiriye, heta bi zarokan jî tê derdixin ku Konseya KCKê yan ew kirîne û yan jî bi çend zirtan ew ji qada tekoşînê fik kirine.

 Bi kurtî, di dawiyê de em ê dîsa bibêjin ku ne bi tenê li Kurdistanê, li her derê dinyayê wilo ye ku dema mirov mîna PSKê û HAKPARa wê xwe ji cesaretê şûşt, ji birçîbûn û tazîbûn û girtin û kujtinê reviya, nabe xwediyê xwe û tiştekî, wek mitirbê bêribab li kolanan bigere û bibe benîştê devê vî û wî û wê û hew!

Têbinî: HAKPARê xwe hetikand. Îcar ji bo ku vê hetkê ji ser xwe biavêje, hema ji niha û çend rojekî din divê kongreyekê li dar bixe, ewqas!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)