SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Îro roja bombekirina Tirkiyê ye!

     
Îro roja ku divê bombeyên herî mezin bi Tirkiyê de biteqin!
Îro roja banga biryara şer û pevçûna bi mehmetçîkan û temamê dezgehên dewleta wan re ye!
Îro roja ku doza miletê kurd bi PKKê şax û per veda û îro jî bi Konseya KCKa PKKê ji şax û per dibe!
Îro roja serhildana li hmimberî teslîmiyet, xwefiroşî û kurdfiroşiya Konseya KCKê ye!
Îro roja ku birêvebirên BDPê hinekî ji ber xwe fedî bikin û bi kêmanî heta ku rayedarên tirkan bi haweyekî fermî nasnameya kurdan û welatê wan qebûl nekin neçin parlamentoyê!
Îro roja serhildana ku li Tirkiyê û heta li temamê dinyayê navê kûçikan serbest e û navên kurdan hîn jî qedexe ye!

Îro roja ku li Zindana Diyarbekirê di bin sereketiya tekoşerê bêhempa Xeyrî Dûrmûş de, me hêsîrên wan deman, kezebên xwe wek şûr û riman bi dest xwe ve girtibûn û di zilma dewleta mehmetçîkên teres lawên teresan de werdikir!

Li Zindana Diyarbekirê mehmetçîkên tirkên misilman bi babetên êşkenceyên kesnedîtî zêdeyî sed kesî ji me kujtin, û em bi hezaran ên mayî jî seqet û dîno mînî kirin û berdan!
Erê, ên ku hatin kujtin hemû jî di ber doza miletê kurd de hatin kujtin, miletê kurd deyndarê wan e; ez wek hevalekî wan î saxekî ji miriyan bi xwe jî deyndarê wa me!Ez bi rêz û hirmet hemiyan bi bîr tînim û serê xwe li himber wê qehremaniya wan a payebilind ditewînim!
Û hevalino ji min bahwer bikin, heger hetanî roja îro min heyfa we û zilma tirkên teres a li ser miletê kurd bi sed salan hilnanîbe û bi bombeyên herî mezin Tirkiyê hilneweşandibe ev hemû ji ber ku ji destê min nehatiye! Heyf! Heyf! Heyf!

Pevçûn!

Kurdo, ma ne hey tiştekî ku tu winda bikî nemaye. Ma ji vê bêşerefiyê mezintir bêşerfî ma ye ku navê kûçikan heye û navê te hîn jî tuneye!

Ma ji vê rezîltiyê mezintir rezîltî ma ye ku tirk xwedî parlamento, dezgeh û arteş e û hîn jî qereqoleke te tuneye!

Ma ji vê kûçkaniyê mezintir kûçkanî ma ye ku zarokên tirkan xwedî xwendegeh, unîversîte, zanîngeh û herwekî din; û zarokên te jî wilo mîna parsekan bê tiştikek!

Ma ji vê bênamûsiyê mezintir bênamûsî ma ye ku çi gava polîs û eskerên tirkên barbar dixwazin dikarin li pêş çavên te dest biavêjin dê û keç û jina te!

Ma ji vê zilmê mezintir zilm ma ye ku tirk nahêlin tu di mizgeftên xwe de jî bi kurdî îbadeta xwe bikî û li ser miriyên xwe mûlidan bidî!

Ma ji vê çavsoriyê mezintir çavsorî ma ye ku tu li ser kêla keç û lawên xwe roja çêbûn û mirina wan bi kurdî dinivîsînî û mehmetçîk jî bi ser wan kêlan de dimîzin û wan perçe perçe dikin!

Ma ji vê wehşetê mezintir wehşet ma ye ku dest diavêjin heta bi keç û lawên te ên kujtî û bi kêr û qezetoran kelaxê wan zîvar zîvarî dikin!

Îcar de ka bêje, tu heyî yanî çi! Bila tu bimrî! Bila tu tunebî! Bila ew dinyaya ku ez û tu û em kurd hemû tê de wek jina tirk û ereb û farisan dijîn bi bombeyên herî mezin hilweşe! Lê bixebite, atomê bi dest bixe û çavên xwe negire û biavêje wan; da ev dinyaya ku bi miletî li me kirine tara bêjingê û hêsîrî wek pişka ezel li eniya me dane ji tu kesî re nemîne! Te ne insan, te ne heywan, te ne mexlûq, te wek sola xwe dibînin! Îcar tu ji bo çi heyî, hi! Bimre!

Pevçûn!

Erê bila sûnda me dîsa ew sûnd be! Sûnda Zindana Diyarbekira ku mehmetçîkên teres lawên teresan em bi saxî dişewitandin! Eha vê sûndê ne carekê, hezar carî bixwe: Heçê ji vê dozê, pevçûn û liberxwedana wê a ji hew bêhtir bi rûmet bireve û bi qasî ku hema qîrekê di tirkên zalim de bifirîne û zixurekî di dewleta wan de werbike û neke, diya wî jina wî be û hew!

Pevçûn, bi teslîmiyetê re pevçûn, bi xiyanetê re pevçûn û bi tirkan re heta bi mirinê pevçûn!! Xwîn bi xwînê!

Laleş Qaso

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)